Nêçîrvan Barzanî banga çareseriyê bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê dike

Nêçîrvan Barzanî banga çareseriyê bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê dike

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziya di navbera Îsraîl û Filêstinê de got: “Em ji ber aloziyên çend rojin di navbera Îsraîl û Filêstinê de berdewam in, ku bûne sedema kuştina kesên sivîl dilgiran in.” Nêçîrvan Barzanî herwiha banga çareseriyê aştiyanê bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û bang li Îsraîl û Filêstinê kir ku pirsgirêkên xwe bi rengek aram û aştiyane çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ji ber êrişan xelkê sivîl û zarok dibin qurbanî û herwiha cihên pîroz dibin armanc.

Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em ji ber armancgirtina cihên pîroz û tundûtujiyên vê dawiyê yên di navbera Îsraîl û Filêstinê de gelek dilgiran in ku dibin sedema canjidestdana xelkê sivîl û zarokan. Ji bo bidawîkirina aloziyên heyî, em banga aliyan dikin ku aram bin û çareseriya aştiyane bikin.”

 

Piştî ku biryar haibû dayîn ku hejmareke malbatên Filêstînî ji herêma Şêx Cerrahê ya Qudsa Rojhilatê werin derxistin, di navbera Îsraîl û Filêstinê de şer û aloziyan destpê kir.

Li Qudsê, ev pênc roj in di navbera Filêstîn û Îsraîlê de şer û alozî berdewam in.

Heta duh bi şev jî rêxistinên Filêstînî hejmarek mûşek arasteyî Îsraîlê kirin û firokeyên Îsraîlê jî çend pêgehên Hemasê yên li Xezayê ne bombebaran kirin.

Ajansa AFP ragihand ku bi kêmî 35 kes di êrîşên asmanî yên Îsraîlê l ser Xezayê de hatin kuştin. Rayedarên Filistînî ragihandin ku di nav yên canê xwe ji dest dane de 10 zarok jî hene.

Hamasê ragihand ku wan doh êvarî 130 mûşek avêtine Tel Avîvê kirine.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê jî ragihand ku wan bi sistema berevaniya asmanî  bersiva êrişan daye.

Ji aliyê din ve Koordînatorê Taybet ê Pêvajoya Aştiyê Bo Rojhilata Navîn li Neteweyên Yekbûyî Tor Wennesland hişyarî da ku Îsraîl û Filêstîn ber bi "şerekî tevahî" ve diçin. Tor Wennesland herwiha da zanîn ku Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî îro bi awakî awarte dicive û vê mijarê gotûbêj dike.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin