Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên pêwîst dê bo kampa Şariya bên pêşkêşkirin

Nêçîrvan Barzanî: Alîkariyên pêwîst dê bo kampa Şariya bên pêşkêşkirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ragihand ji bo hevkarî û alîkariya ziyandîtiyên kampa Şariya û aliyên peywendîdar jî raspard bo ku her çi pêwîst bo alîkariyê bê pêşkêşkirin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro înê 04/06/2021 peywendiyeke telefonî li gel Parêzgarê Duhokê Elî Teter pêk anî.

Li gor daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê rewşa wargeh û kampa Şariya ji Elî Teter pirsî ku taybet e bi Kudên Êzdikî û îro şewateke mezin li kampê derketibû û di encamê de hejmarek koçber birîndar bûbûn û ziyaneke zêde gihiştibû wargehê.

Nêçîrvan Barzanî di wê peywendiyê de, “amadehiya xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyek û alîkariya lêqewimiyan û kampê dûpat kir û aliyên peywendîdar raspard bo ku her çi pêwîst e ji bo bi hanaveçûn û alîkariya wan bê pêşkêşkirin.”

Her li gor daxuyaniyê Parêzgerê Duhokê Elî Teter jî “spasî peywendî û bi dûvdaçûna Serok Nêçîrvan Barzanî kir û li ser rewşa dawî ya pêşhata lêqewimiyan û kampê û hengav û rêkarên karkirina li gel rewşê de agahdar kir.”

Li kampa Şariya ya ku penaberên Kurd ên Êzidî lê dimînin îro demjimêr 14.00 şewateke mezin derket.

Piştî nêzikî 30 xulekan tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û 12 tîmên agirkujiyê ji navçeyên Sêmel û Zaxo û navenda Duhokê gihiştin cihê bûyerê û piştî zêdetir ji 2 demjimêran şewata li kampa Şariya hat kontrolkirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter serdana kampa Şariya kir û li ser ziyanên şewata îro jî ragihand, 370 şewitîne û hemû kelûpel û samanên 184 malbat û 994 kesan jinav çûne.

Gaz, neft û butlên gaze yên li nav kampê bûn sedema wê yekê ku şewat berfireh bibe  û vemirandina agir jî zehmet bibe.

Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî biryar da 400 çadiran bo niştecên kampa Şariya dabîn bike.

Kampa Şariya dikeve başûrê parêzgeha Duhokê û nêzikî 13 kîlometran ji navenda wê parêzgehê dûr e.

Nêzikî 4000 çadir di wê kampê de hene ku penaberên Kurd ên Êzidî tê de dimînin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin