Navenda Hevkarî daxwaza ronîkirina jehrîkirina xwendevanan li Kurdistsan û Îranê kir

Navenda Hevkarî daxwaza ronîkirina jehrîkirina xwendevanan li Kurdistsan û Îranê kir

.

A+A-

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi belavkirina daxuyaniyek li derheq jehrîkirina dersxwanan li xwendingehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, ji civaka cîhanî daxwaz kir ku komîteyek bo peydakirina rastiyan ava bike.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye:

Di êrîşên kîmyayî yên rejîma Îranê bo ser 6 xwendingehên keçan li bajarê Seqizê nêzî 50 dersxwan bi sedema têkçona rewşa tendirustiya wan bo nexweşxanê hatine veguhastin, ew yeka di halekê de ye ku dersxwanê temen 16 salî yê xelkê Kamêranê “Karo Peşabadî” di rojên dawî yên sala derbasbûyî di xwendingeheke bajarê Tehranê de hatibû dermandakirin û piştî derbasbûna nêzî 3 heftiyan, di nexweşxaneya Mîlad de roja Înê 18ê Xakelêweyê canê xwe ji dest da.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di beşeke din a daxuyaniya xwe de tevî şermezarkirina şîpela nû ya cinayetên rejîma Îranê li dermanxwarkirina dersxwanan ragihandiye: “44 sal serkut û zordarî, îşkence, girtin, bidarvekirin, Komkujî û çendîn senaryo û siyasetên jênosayda siyasî û kultûrî û zimanî, nekariye û nikare jî xelkê Kurdistanê ji lipeykevtin bo maf û daxwaziyên xwe, paşve vegerîne;

Herwisa Navenda Hevkarî xwe li her cure berxwedan û berteknîşandanên curbicur yên qat û texên cuda yên civaka xelkê Kurdistanê bo nîşandana nerizayetî û şermezarkirina vê cinayeta rejîma Îranê bi piştevan dizane; Lê tevî vê yekê jî, em ji welat, kom û civaka navnetewî daxwaz dikin ku bi berçavgirtina hewcehiya lezgîn bo avakirina komîteyekê bo rohnkirina rastiyan, him biryar bo ragirtin û berdewamiya wan cinayetên Komara Îslamiya Îranê li derheq xelkê mafxwaz yê Îranê bide û him aliyên perdepoşkirî yên vê senaryoya ewlehiyê  bo hemû kesî eşkere bike.

Di dawiyê de ragihandiye ku, bi xatircemî ve, şoreş û bahoza guherînxwaz ya “Jin, Jiyan, Azadî” heta hiloşîna Komara Îslamiya Îranê di rêde ye û bi ti tiştekê pêşî jê nayê girtin.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin