Navenda Efrînê hat topbarankirin

Navenda Efrînê hat topbarankirin

.

A+A-

 Şeva borî, Navenda bajarê Efrînê bi 6 topan hat topbarankirin û hêzên Tirkiyê çend gundên devera Şêrawa topbaran kirin.

Çavkaniyeke nav bajarê Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand doh êvarê, derdora demjimêr 5 û 30 xulek 2 top li nav bajarê Efrînê ketin.

Çavkaniya Rûdawê diyar kir ku topek li navçeya pîşesazî û yek jî li nêzîk pira nû ya bajarê Efrînê ket.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got, derdora demjimêr 7 û 50 xulek 4 topên din li nav bajarê Efrînê ketin, yek ji wan nêzîk nexwşexaneya Dêrisim û yek jî li ser riya gundê Keferşîlê.

Piştî topbaranê ku tu aliyekî li xwe negirtiye, topxaneya artêşa Tirkiyê çend gundên devera Şêrawa topbaran kirin.

Herwiha şeva borî, şer û pevçûn di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û çekdarên girêdayî Tirkiyê li mihwerê Dexilbaş li rojavayê bajarê Babê derketin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Rûdaw
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin