Navçeya Karazê bi temamî hat kerentînekirin

Navçeya Karazê bi temamî hat kerentînekirin

Navçeya Karazê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna haletên koronayê di çarçoveya tedbîrên xwe ji parastina vîrusê de hat kerentînekirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Ev demeke ku vîrusa koronayê bi rêjeyeke zêde li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê belav dibe. Li Amedê berîya niha hinek tax hatibûn karantînakirin, îro jî navçeya Karazê ji bo rêgirtina li ber belavbûna zêde ya koronayê hate kerentinînekirin.

Li navçeya Karazê yê Amedê, encama pişkinîna ciwanekî ku ji Stenbolê çûbû wê navçeyêî pozîtîf derket.

Piştî lêkolînan eşkere bû ku wî kesî gelek kesên din jî bi koronayê xistine û ji ber vê sedemê navçeya Karazê bi temamî hate kerentînekirin û bo çûnûhatinê hate girtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin