NATO li ser daxwaza Tirkîyê wê îro bicive

NATO li ser daxwaza Tirkîyê wê îro bicive

Piştî ku di êrîşekê de li Idlibê 33 serbazên Tirkîyê hatin kuştin, îro roja îne 28.02.2020an Rêxistina Hevpeymanîya Antlntîka Bakur (NATO) li ser daxwaza Tirkîyê wê bicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê AKPê, Omer Çelîk ragihand ku Tirkîyê daxwaz ji NATO kirîye ku têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî û gotûbêjkirina rewşa Idlibê bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu jî duh şev bi Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg re pêwendîyeke telefonî pêk anîbû.

Medyaya fermî ya Tirkîyê, Çavuşoglu di vê pêwendîya telefonî de têkildarî êrîşa li ser hêzên wî welatî zanyarî dane Sekreterê Giştî yê NATOyê û daxwaza lidarxistina civîneke bilez a şêwirê ya NATOyê kirîye.

Jens Stoltenberg jî di vê pêwendîyê de êrîşa li dijî hêzên Tirkîyê şermezar kir û daxwaz kir, ku ew êrîş bêne rawestandin.

Omer Çelîk daye xuyakirin, ku êrîşa li Idlibê ya bo ser hêzên Tirkîyê, tê wateya ragihandina şer li dijî Tirkîyê û tekez kir, ji niha pê ve hêzên Sûrîyê ji alîyê Tirkîyê ve wek dijmin tên hesibandin û dê pêgehên artêşa Sûrîyê ji alîyê artêşa Tirkîyê ve bibin armanc.

Amerîka: Em ligel Tirkîyê di peywendîyê da ne

Li alîyekê din, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar jî derbarê rewşa Idlibê de pêwendîyeke telefonî li gel Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper encam daye.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî raghand ew li baştirîn rê digern, ji bo piştevanîya Tirkîyê li Îdlibê.

Di daxuyanîyekê de  Wezareta Derve ya Emerîkayê ragehand, ew piştevanya hevalbenda  xwe Tirkîyê dikin û ew li baştirîn rê digerin da ku alîkarîya Tirkîyê bikin li qeyrana ku têde derbaz dibe li Sûrîyê.

Hêjayî gotinê ye duhê êvara roja pêncşemê 27.02.2020an hêzên Tirkîyeyê li sînorê parêzgeha Idliba Sûrîyê li bajarokê Seraqibê rastî êrîşê hatin û li gor daxuyanîya herî dawî ya Walîyê Hatayê, di encama êrîşê de 33 leşkerên Tirkîyeyê hatine kuştin û hejmarek serbaz jî birîndar bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin