NATO bi rojeva Rojavayê Kurdistanê dicive

NATO bi rojeva Rojavayê Kurdistanê dicive

Wezîrên berevanîyê yên welatên endamên NATOyê îro bi gotûbêjkirina mijara Rojavayê Kurdistanê, Sûrîye, Rûsya û Efxanistanê li paytexta Beclçîkayê bajarê Brûkselê dicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Biryar e 29 wezîrên berevanîyê yên welatên endamên NATOyê îro 24ê Cotmehê li Brûkselê bicivin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku yek ji rojevên civînê pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê ye û got ku Sûrîye ji bo wan mijareke girîng e.

Jens Stoltenberg da zanîn ku di heman demê de wezîrên berevanîya 29 welatan dê mijara têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj bikin û got: “Girîng e destkevtîyên me yên li dijî DAIŞê were parastin.”

Stoltenberg destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de NATOyê roleke girîng heye û di vê çarçoveyê de daxwaza hevkarîyeke zêdetir ji heypeyman kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha destnîşan kir ku wezîrên berevanîyê dê mijara Rêkevtina Hêzên Menzîla Navendî ya Etomî binerxînin.

Herwiha biryar e pêşnîyara Wezîra Berevanîya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ya “navçeyeke aram bi çavdêrîya civaka nêvdewletî li bakurê Surîyê bê dirustkirin” bê gotûbêjkirin.

Pêştir Annegret Kramp-Karrenbauer ragihandibû ku divê navçeyeke aram li sînorê Tirkîyê û Surîyê bê dirustkirin ku hêzeke nêvdewletî çavdêrîya wê bike.

Karrenbauer  dabû zanîn ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel razîbûye li ser vê pêşinyarê û  ew daye hevpeyamnên xwe yên Rojava.

Civîna NATOyê sibe jî berdewam dike.

Çavkanî:Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin