Nameyek destnivîsa Îdrîs Barzanî belav dibe

Nameyek destnivîsa Îdrîs Barzanî belav dibe

Nameyekî destnivîsa rêveberê dîyar ê Tevgera Rizgarîxwazîya kurd şehîd Îdrîs Barzanî belav dibe ku di nameyê de teşfîqa xebatê dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pêşmergeyekî kevin û kesayetîya kurd ku li Amerîkayê jîyan dike Bextîyar Izet Dergeleyî hejmarek nameyên rêveberên kurd belav kir ku di salên xebata rizgarîxwazîya kurd de hatine şandin, yek ji wan nameyan jî nameya Şehîd Îdrîs Barzanî ye ku bo Kameran Izet Dergeleyî yê birayê Bextîyar Dergeleyî re rêkirîye ku wê demê li Amerîkayê bûye.

Îdrîs Barzanî di wê nameya xwe ya bi dest nivîsandîye de û di wê nameyê de, bi kurdîyekî rewan û rêzimana kurdî ya baş ve nêrînên xwe li ser kaxez nivîsandîye, di rewşekî bêhêvî de ku ya wê demê de li ser tevgera rizgarîxwazîya kurd de ava bûye, bi hêvîyekî mezin ve li gel xelkê kurd perwer di peyvendîyê de bû bo berdewambûn û rakirina ser pîyan a xelkê ji xebat û kurdbûnê re.  

Îdrîs Barzanî di nameya xwe ya roja 22.03.1978ê de nivîsandîye, lawên dilsoz ên kurd li her kîderê bin û di her demekî de be, pirsa gelê xwe di wijdanê de diparêze û hişyarî û hestên xwe dixe kar bo pêşxistina karwanê gelê xwe.

Îdrîs Barzanî kurê rêberê mezin ê kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir e û sala 1944ê li gundê Barzan a malbenda kurdayetîyê û Berxwedanê ji dayîkbûye. Nav mercên şoreşa sêyem a Barzan a 1943 – 1945ê û rewşa alozî ya wê demê de û damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabad û bûyerên piştî wê li komarê ji dayîk bûye.

Sala 1947ê Barzanîyê nemir li gel 500 hevalên xwe bi koçekî dîrokî ve karîn destaneke mezin li dîrokê tomar bikin û wek pêwîst û bersivdana rastîyên wê demê xwe bigehînin bo Yekitîya Sovyetê. Îdrîs Barzanî jî wê demê temenê wî 4 sal bûye, li gel malbata xwe rastî asteng û zehmetîyan hatîye û ji alîyê rejîma wê demê ya Iraqê ve nefî dibin bo xwarê Iraqê û 11 salan rastî jîyanekî tejî li zehmetî dibin li bajarên Besra, Mûsil û Bexdayê.

Li gel êş û zehmetîyên jîyanê berdewam bi xwandinê dike û heta bi awayekî serbilindî ya vegera Mela Mistefa Barzanî bo Iraq û Kurdistanê piştî şoreşa 14 Tîrmeh a sala 1958ê ku wê demê Îdrîs Barzanî li bajarê Bexdayê mijûlî xwandinê bû, piştî wê qutbûna demdirêj a ji bavê xwe bi dîtina rêber û bavê Barzanî şad dibe û piştre vedigere ser erdê bav û bapîrên xwe ango axa Kurdistanê.

Basnews

 

4-046.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin