Mustafa Özçelik:Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me ronî dike.

Mustafa Özçelik:Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me ronî dike.

Serokê Giştî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik bi hilkefta 71. salvegera şehadeta Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî peyamek weşand:

A+A-

"Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin
 

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin darvekirin.

Jiyan, helwest , şexsiyet û wasiyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendiya Kurdistanî pêşkêşî me dike.

Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje li Ala Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibêje hebûna miletê kurd, hebûna Kurdistanê, parastina mafê çarenûsiya gelê me bila bingeha siyaseta we be.

Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, dijmanatiya hev nekin û, bi xêrnexwazan jî neyên xapandin

Dibêje hevkarî, yekbûn, tifaq, piştgirî, alîkarî bila ji nav we kêm nebe.

Dibêje rêzê li ked û xebat û têkoşîna hemû şehîd û dilsoz û kedkarên doza azadiya Kurdistanê bigirin, dibêjê li wan xwedî derkevin..

Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.

Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de rêya me ronî dike.

Em di 71emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

31.03.2018

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin