Muqteda Sedr: Iraq bi dawî dibe

Muqteda Sedr: Iraq bi dawî dibe

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr, ragihand heger Iraq bibe navenda şerê Îran û Amerîkayê wê Iraqê bi dawî bibe û divê şexsîyetên Iraqê rê li ber vê yekê bigirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro roja duşemê 30-12- 2019an Muqteda Sedr ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê ragihand divê berpirsên gewre yên Iraqê helwest werbigirin û hemwelatîyên xwe ji şerê Amerîka û Îranê biparêzin.

Herwiha Muqteda Sedr dibêje heger Iraqî ne yek helwest bin Iraq bi dawî dibe.

Ev daxuyanîya Muqteda Sedr di demekê daye duhê êvara roja yekşemê 29-12-2019an Heşdî Şabî ragihand, pêgehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin. Rêveberîya Tevgeran a Heşdî  Şabî jî dîyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdar hatin kuştin û 51 çekdar jî birîndar bûn.

Berîya bi 3 rojan bi mûşekan êrîşek li ser serbazgeha Amerîka “K1” li bajarê Amerîkî hatibû kirin û di encamê de welatîyekî Amerîkî ku bi girêbest bi artêşa Amerîka re kar dikr hatibû kuştin û hejmarek serbazên Amerîkî û Iraqî jî bi sivikî birîndar bûbûn.

Wezêr Begirîya Amerîkayê Mark Esper û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di konferanseke rojnamevanî da aşkere kirin ku wê operasyonên wan li ser Heşdî Şabî berdewam bikin.

Herwiha Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê hatîye kirin, PENTAGONê 5 pêgehên hêzên ser bi Îranê ve li Iraq û Sûrîyê bombebaran kirine.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin