”Muhterem Biçimli- Mêrxas Hebûn Hevalo”

”Muhterem Biçimli- Mêrxas Hebûn Hevalo”

Nivîskar-amadekar: Faris Medenî Marsil

A+A-

”Muhterem Biçimli- Mêrxas Hebûn Hevalo”
  Nivîskar-Amadekar: Faris Medenî Marsil

Kitêb 236 rûpel e
 

ISBN: 978-9944-221-25-2
Serfika No: 18613

 

nasAjans Yayınları 
Alemdar Mah. Divanyolu Cad. Erçevik İşhanı, Kat: 2
D: 212-213 Cağaloğlu- Fatih/İstanbul
Tel&Faks: 0212 576 82 21
[email protected]

 

Naverok

Muhterem ”Çîya”
Faris Medenî Marsil                                   7
 

Muhterem Biçimli 
Rojen Barnas                                             137                     
 

Kurdperwer û mêrxasê hêja
Ziya Avci                                                     141

Bavê min
Laleş Biçimli                                              149

Muhterem: Efsaneya dewranekê
Murad Ciwan                                            153

Dozgerê Kurdistanê
Ibrahim Guclu                                          158

Kurdperwer û şoreşgerê herî sempatîk
M. Şefîq Oncu                                          167

Ew li Farqînê sitûna esasî ya welatparêzan bû
Salim Çelîker                                            170

Kek Muhterem lehengê xortaniya min e! 
Mumtaz Nimet Aydin                           202
            
Muhterem rol-modelê min bû!
Abdulhay Okumuş                                  205

Ew nayê ji bîr kirin
Şêxmûs Dip                                               208

Şoreşgerekî hêja yê Kurdistana Tirkîye
Kendal Nezan                                           212

Muhterem hevalê hevalên xwe bû!
Şêx Ûsiv Yeşil                                           215

"Çavên xwe ji melkemotê kulê nediniqand"
Hanefî Turan                                             220
 

Muhterem şoreşgerekî profesyonal bû
Feqî Huseyn Sagnic                                223

Muhterem serokekî bêhempa bû
Rociwan Yeşil                                           227

 

Begê axir- zeman

 Qedrî Can                                              234

 

 

(……) Berf li erdê tunebû lê bayeke sar dihat. Li dinyayê jî bayeke germ ber bi sosyalîzmê ve hebû û xwendekar jî ber bi vê bayê ve diçûn. Xwendekarên kurd yên xwe şoreşger û pêşverû dihesibandin û bi taybet jî yên ku li metropolê dixwendin di vî warî de rola lokomotif dilîstin. Di pêvajoyê de tesîra wan pir bû. Ew jî hatibûn û li her derê Kurdistanê nemaze jî ciwan û xwendekar bêşdarî meşê bibûn.

Meş û xwepêşandan li ”Dijî faşîzmê û bihabûnê” bû ku di Yekşema 29ê Sibat a 1976ê de li Diyarbekirê ji alîyê TOB-DERê û hin komeleyên din yên demokratîk ve hatibû organîzekirin. Ez jî li ser navê MELIK-DERê di komîteya îzinwergirtinê de bûm.

Meş ber îstasyonê dest pê kiribû, kortej di ofisê de ber bi Avayîya Bacê (Vergiyê) de dihat jêr, ji li wê ber bi Avayîya Karayolu û ber bi Qerekola Yenişehrê de derbas dibû û di milê rastê yê cadeya ku diçû Seyrantepeyê de ber bi Derê Çiyê ve dimeşîya.

Di meşê de sloganên cûda cûda dihatin avêtin. Li gel sloga-nên ”Kahrolsun Faşîzm” û ”Kahrolsun Miliyetçî Cephe” Memûr û Mamoste diqiriyan, digotin ”Meyak meyak dediler, ekmegi-mizi yediler” (Meyak meyak gotin, nanê me ji destê me girtin) Wê demê bi navê MEYAK (Memurlarla Yardimlasma Kurumu) dezghek ji alî dewletê ve hatibû avakirin, xwedigiravî ev dezgeh diviyabû alîkarîya memûr-mamostayan bikira lê ew jî sûîstimalî dikir.

Kortej ji Qahwexaneya Çamlicayê derbas bû, li jêr li milê çepê yê kolanê ”Ordu Evî” hebû. Wargeha dagirkerên Kurdistanê; Fermandarîya Kolordîya 7em a Tirkiyeyê li Diyarbekirê bû.  Ew ji bo nav û nasnemaya kurd û Kurdistanê bi kurdan bidin bîrvekirin li wê bi cî bibûn; di nav luksê de dijiyan. Ew bi vê wargeha xwe jî têr nebibûn di sala 1973ê de jî, li alîyê rastê yê cadeyê bi navê "Gokdelen" 13 qat oteleka din jî kiribûn bindes-tê xwe û bi pirekê bi hev re girêdabûn. Derûdora wê jî bi nobetdarên xwe girtibûn; leşker tiving di milê wan de 24 saet nobet digirtin û armanca wan jî ew bû ku tirs bikin dilê xelkê û çavê xelkê bitirsînin.

Tam kortej gihaştibû nêzî Avayîya Ordîyê, li kêleka kortejê zilamekî lihevhatî, çavşîn û sempatîk dimeşîya û slogana "Çeko Birûsk û Şivan Bijî Kurd û Kurdistan" diqîrîya û girse jî ev slogana wî tekrar dikir. Li ser wî zilamê parkekê kesk a eskerî ku pişkokên wê vekirîbû, hebû û bayê ku di pêş ve dihat parkaya wî bilind dikir û dadanî; û di bin de çardexurekê xuya dikir. Lê ew wek ku tiştekî normal e li derveyî korteşê dimeşîya û slo-gana herî radîkal a wê demê dubare dikir. Sloganeka nûh û derveyî wan sloganên ku dihatin avêtin bû. Cara yekê navê wan kesan û kurd û Kurdistan alenen di xwepêşandinekê de dihat qîrîn û olana wê li ser ”Ordî Evî” yê de belav dibû û di guhên leşkerên dagirker de ditingînî û dizinginî...

Yê sloganê diqîrîya îmajek û intîbayekê xurt li ser meriv dihîşt. Bi heybet bû; bi meşa xwe, bi şewq, coş û biryardarîya xwe di tafilê de bawerî dida merivan û tesîrekê li ser merivan dikir ku meriv pişta xwe bide wî û pê re bikeve nav çalakîyan.

Ew kes Muhterem Bîçimlî bû; yên ku navê wî û paşnavê wî danîbûn dibê qey ew zanibûn wexta ew mezin bibe li gorî nav û paşnavê xwe be; wek navê xwe muhterem û wek paşnavê xwe 'Bîçimlî' yanî lihevhatî be. Bejindirêj, çavşîn, lewend û çeleng; sempatîk, sportmen û şoreşgerê demê bû.

Muhterem wekî çîya bû. Çîyayekî saxlem meriv gava pişta xwe bidana wî pişta meriv pê nedişkîya. Binyada bîrûbawerî, helwest û sîyaseta wî wek li çîyayê pişta Farqinê ku li ser ”Once Vatan” hatibû nivîsandin bû. Herçendî ev leşkerên Tirk ji bo xwe nivîsandibûn, lê jî bo wî jî ”Berê her tiştî Nistiman” peşîya hemî îdeolojîyan, partî û rexistinan bû; hemû xebat û micadeleya wî ji bo gîştina vê armancê bû û hemû rê û rebazê têkoşînê pêwîst bû. Niştimana wî Kurdistan bû; wek evîna Zemilfiroş a Lawmîr û Gul Xatûn bû!

Muhterem bawerîya xwe bi çîyayên Kurdistanê, hevalên wî jî bawerîya xwe bi Wî dianîn. Ew zanibû derûdora welatê wî bi dijmin dagirtî bû û xêynî çîyayan, dostê kurdan tunebû. Belkî ji bo vê yekê naznavê xwe kiribû "Çîya". Tam layiqî wî navî bû û heqê wî navî dida; pişta merivan pê qayim bû û kes zû bi zû nikaribû pişta wî bînê xwarê. (….)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin