Muhsin Tahir: Em li benda pêngavên praktîk ên PYDê ye

Muhsin Tahir: Em li benda pêngavên praktîk ên PYDê ye

Endamê Polîtboruya PDK-Sê û yek ji serkirdeyên ENKSê, Muhsin Tahir têkildarî hewlên ji bo yekîtî û yekrêzîya alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku ew li benda gavên praktîk ên Rêveberîya Xweser û PYDê ne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Muhsin Tahir ji Rûdawê re dîyar kir, ew bi Rêveberîya Xweser re tenê li ser asta vekirina ofîsan gotûbêj û danûstandinan nakin, lê belê ew dixwazin ku di warên sîyasî û leşkerî û herwiha rêveberîyê de jî li gel Rêveberîya Xweser gotûban bikin.

Muhsin Tahir herwiha bal kişande ser wê yekê ku heya niha ti gavên praktîk di vê derbarê de nehatine avêtin û ragihand, divê Rêveberîya Xweser çarenivîsa girtîyên ENKSê eşkere bike.

Tahir got, ew li benda pêngavên praktîk ên Rêveberîya Xweser in, daku ew bigihin rêkeftineke konkirêtî.

Hewl hene ku pêwnedîyên navbera alîyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bên başkirin. Her ji bo wê armancê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk, General Mazlûm Kobanî destpêşxerîyek daye destpêkirin û di wê çarçoveyê de jî heya niha bi hejmarek alî û partîyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê re civîyaye.

Li ser bingeha heman destpêşxerîyê û ji bo pêkanîna yekîtî û yekrêzîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberîya Xweser di wan demên dawîyê de ragihandibû ku astengên li pêşîya kar û çalakîyên ENKSê hatine rakirin û êdî ENKS dikare bêyî rêkarên yasayî jî ofîsên xwe veke.

Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê jî di daxuyanîyekê de pêşwazî li helwesta Rêveberîya Xweser kiribû û gotibû, ji bo nîşandana nîyeta baş û çêkirina atmosfêreke erênî pêwîst e Rêveberîya Xweser hemû girtîyên sîyasî yên ENKSê û alîyên din serbest berde.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin