MSD pêşnîyaza “Rêveberîyên Xwecihî” red dike

MSD pêşnîyaza “Rêveberîyên Xwecihî” red dike

Şandek ji opozîsyona hundir a Sûrîyê serdana Qamişlo kiribû û pêşnîyaza “Rêveberîyên Xwecihî” a di destûra Sûrîyê ya sala 2012an de hatibû, pêşkêşî Rêveberîya Xweser û Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) kiribû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Serkirdatîya MSDê Mistefa Meşayix li ser vê pêşnîyazê ji K24ê re dîyar kir, şande ji hin partîyên sîyasî yên opozîsyona hundir yên nêzîkî rêjîma Sûrîyê ji Şamê hatin û daxwaza destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta Sûrîyê re kir û herwiha wê şandê xwest ku daxwazên Rêveberîya Xweser û MSDê bigihîne rêjîma Sûrîyê.

Got jî: “Endamên Şandê bi agahdarîya rêjîma Sûrîyê hatine û ji me re gotin, em û we opozîsyona hundir in û pêşnîyaz kirin û em projeyeke sîyasî pêşkêş bikin û wek tîmekê danûstandinê bi rêjîma Sûrîyê re bikin.”

Meşayix da zanîn, wan ji şandê re got ku ew amade ne danûstandina li ser pirsa Kurdî û Sûrîyeya pêşerojê bi rêjîmê re bikin, ta ku bigihin encaminan ku rihetîyê ji meletê Sûrîyê re bîne.

Li ser pêşnîyaza “Rêveberîyên Xwecihî” jî Meşayix got: “Em bi pêşnîyaza rêveberîyên xwecihî yên li gor madeya 107 ji destûra Sûrîyê qebûl nakin û miletê Sûrîyê bi giştî jî wê qebûl nake. Em wek Kurd taybetmendî û mafên me yên netewî hene, ji bilî mafên niştimanî yên Sûrî.”

Dîyar kir jî, wan nexşerêyek bo çareserkirina krîza Sûrîyê da şandê, ku  di wê nexşerêyê de daxwaza, Sûrîyeyek xwedî sîstemeke demokratîk, piralî, nenavendî û mafên Kurd wek netew jî tê de bên parastin kirine.

Derbarê helwesta rêjîma Sûrîyê de, Meşayix got: Heta niha rêjîma Sûrîyê xwedîyê heman gotara xwe ya hişk e û dixwaze pirsgirêkan bi rîyên leşkerî çareser bike, ev jî naçin serî.

Çavkanî: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin