
MSB: Eskerekî jiyana xwe ji dest da
.
A+A-
Wezareta Parastina Mîllî têkildarî operasyona TSK'ê ya “Pençe-Yıldırım” a di 23'ê Nîsanê de li Metîna, Avaşîn û Zapê dane destpêkirin daxuyanî da û diyar kir ku di şer de eskerekî wan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Parastina Mîllî (MSB), têkildarî operasyona TSK'ê ya "Pençe- Yıldırım" ku di 23'ê Nîsanê de li ser axa Herêma Federe a kurdistanê li qadên Zap, Metîna û Avaşînê daye destpêkirin daxuyanî da. MSB'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di şer de eskerê wan ê Çawîşê Pispor Ahmet Asan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniya MBS'ê heta niha tenê 6 eskeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî çavkaniyên herêmî jî heta niha di şer de bi dehan eskeran jiyana xwe ji dest dane.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin