Motorsiklêteke bombebarkirî li ber avahiya PYDê hat teqandin

Motorsiklêteke bombebarkirî li ber avahiya PYDê hat teqandin

.

A+A-

 Hat ragihandin ku îro duşemê motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya Hesekê hat teqandin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, motorsiklêteke bombebarkirî li kolana giştî ya navçeya Şedadê ya parêzgeha Hesekê teqiya ku teqîn li nêzîkî avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê rû daye.

Çavkaniyên herêmê didin zanîn ku di encama teqînê de tenê zirarên madî çêbûne, ti ziyaneke canî çênebûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin