
Mizrakli û Yilmaz hatin desteserkirin
Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatîye danîn û Hevseroka Şaredarîya Kayapinarê Keziban Yilmaz hatin desteserkirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li beramber sîyasetmedar û serokên şaredarîyan ên HDPê operasyonek hat destpêkirin.
Hevserokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Selçuk Mizrakli ku qeyûm li şûna wî hatîye danîn û Hevseroka Şaredarîya Peyasê, Keziban Yilmaz îro demjimêr 06.00 li malên xwe hatin desteserkirin.
Di serdegirtinên malan de Hevserokên Şaredarîya qezaya Bismilê ya Amedê Gulcan Ozer û Orhan Ayaz û Hevseroka Şaredarîya Kocakoy Rojda Nazlier jî hatin desteserkirin.
Selçuk Mizrakli, li ser pişka HDPê di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de ji sedî 62ê dengan bidest xistibûn û weke Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hatibû hilbijartin.
Mizrakli, 19ê Tebaxa 2019an ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ve ji kar hatibû dûrxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin