Mismarî: Ew kesê hatîye girtin nûnertîya kurdan nake

Mismarî: Ew kesê hatîye girtin nûnertîya kurdan nake

Berdevkê Artêşa Niştimanîya Lîbyayê ragehand, ew kesê ku li welatê wan hatîye girtin û nav rêzên çekdarên ser bi Tirkîyê de şer kirîye, nûnertîya gelê kurd nake û terorîst tenê nûnertîya xwe dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Artêşa Niştimanîya Lîbyayê ya Xelîfe Hefter serokatîya wê dike Ehmed Mismarî di civîneke çapemenîyê de ragehand, kurd netewekî mezin, azadîxwaz û ji bo pirsa xwe ya netewî şer dikin.

Herwaha got, wî di civîna çapemenîyê ya berî naha de jî dîyar kirîye ku çawa dibe kurdek pirsa netewa xwe piştguh bike û kurd ‘’Berdewam bin zulmê de bûne û di dest dagirkerîya Tirkîyê de dinalin. Ew netew ji bo azadîyê şer dike. Mafê wane ku ji bo azadîyê şer bikin. Çawa dikare kesekî wê netewê bikirê bê girtin ji alîyê îstixbarata Tirkîyê ve, bînin Lîbyayê û li Lîbyayê şer bike. Min ew zanyarî dabûn ku gelek kesên kirê girtî anîne Lîbyayê, lê ew nayê wê wateyê ku ew kes nûnertîya gelê kurd bike.’’

Mismarî dîyar kir, terorîst nûnertîya gelê xwe nakin, tenê nûnertîya xwe dikin. Bi taybet li Lîbyayê jî nav xelkê Lîbyayê bixwe jî gelek terorîst hene.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin