Misir jî dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir

Misir jî dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kir

Wezareta Derve ya Misirê diyar kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin û binpêkirina yekparçeyiya erda Sûriyê qebûl nakin.

A+A-

Wezareta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand, "Komara Erebî ya Misirê dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve û binpêkirinên mafên xelkê sivîl ên Sûriyeyê ku ji ber operasyonê bi koçberiya girseyî re xeteriyên mirovî derxistine holê şermezar dike."

 

"Di berdewamê de hat gotin, Misir binpêkirinên ku dibin sedema parçekirina Sûriyeyê û şikestê li çareseriya siyasî dixin qebûl nake ku dibin sedema kûrkirina krîza mirovî li Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de helwesta Misirê ya parastina yekparçeyiya Sûriyê hat bîrxistin û ev bang hat kirin:

"Em bangê li hemû aliyên herêmî û navnetewî dikin pabendî hewlên pêkanîna çareseriya siyasî bin û destûrê nedin ewlehî û rewşa mirovî xerabtir bibe."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin