Milîsên Sûrî yên ser bi Tirkiyê, ji Lîbyayê vedikişin

Milîsên Sûrî yên ser bi Tirkiyê, ji Lîbyayê vedikişin

.

A+A-

Dîplomatkarekî Fransî ji AFPê re ragihandiye; milîsên Sûrî yên ser bi Tirkiyê, dest bi vekişînê kirine û ji xaka wî welatî derdikevin.

Dîplomatkarekî Fransî ji AFPê re ragihandiye; milîsên Sûrî yên ser bi Tirkiyê, ku Enqerê bi balafiran ew şandine Lîbyayê, dest bi vekişînê kirine û ji xaka wî welatî derdikevin.

Dîplomatkarê Fransî diyar kiriye ku ev di van çend salên dawî de amajeya herî baş û erênî ye, hêj ne diyar e ku ew milîs dê vegerin Sûriyê an dê ber bi cihekî din werin şandin.

Milîsên ser bi Tirkiyê ji bo piştevaniya hikûmeta Fayiz Serac li dijî hêzên Xelîfe Hefter bo Lîbyayê hatibûn şandin û niha dest bi vekişînê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin