
Milîsên koma Ehrar El-Şerqiye li Girê Spî 3 jin revandin
.
A+A-
Binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Milîsên koma çekdar Ehrar EL-Şerqiye, 3 jin ji Girê Spî revandin.
Li gor çavkaniyên xwecî diyar dikin, di roja 7ê vê mehê de li Girê Spî, çekdarên koma Ehrar EL-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê, 3 jin revandin.
Herwiha hat zanîn, komên çekdar ji bo azadkirina wan daxwaza fîdyê ji malbatên wan dikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin