Mike Pence: Serdana bo Hewlêrê nîşana piştevanîya Amerîkayê ye

Mike Pence: Serdana bo Hewlêrê nîşana piştevanîya Amerîkayê ye

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence nameyek arasteyî amadebûyên Korbenda Weberhênana Neynewayê kir ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence nameyek arasteyî amadebûyên Korbenda Weberhênana Neynewayê kir ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû. Di wê nameya ku ji alîyê Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller ve hat xwenden de Pence tekezîyê li ser girîngîya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê dike.

Mike Pence di nameya xwe de, derbarê dawîn serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê de dibêje, “Serdana min a vê dawîyê ya bo Iraq û Hewlêrê, nîşandana girîngî û pabendbûna Amerîkayê ye bo perepêdana peywednîyên dualî yên me û piştevanîya bo pêşkevtina Iraqê ye weke welatekî xweşguzar, serwer û serbixwe.”

Nameya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence wiha ye:

“Birêz beşdaran, ez kêfxweş im ku li ser navê serok û xelkê Amerîkayê pêşwazîyê li we dikim. Ez spasdar im ku hûn di Korbenda Weberhênana Neynowayê amade bûne. Hûn rola sereke ya bo pêşxistina peywendîyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Iraqê de li ser digirin. Di pêkanîna vî karî de jî hûn rastî minetdarîya Amerîkayê tên. Serdana min a vê dawîyê ya bo Iraq û Hewlêrê, nîşandana girîngî û pabendbûna Amerîkayê ye bo perepêdana peywednîyên dualî yên me û piştevanîya bo pêşkevtina Iraqê ye weke welatekî xweşguzar, serwer û serbixwe.

Bêguman ev korbend di warê pêkanîna karên mayînde bo Iraqîyan de dê alîkar be. Taybet jî ji bo keç û xortan. Herwiha di parastina çanda wê ya dewlemend de dê bo Iraqê bibe alîkar. Ez spasîya Ajansa Geşepêdana Navdewletî ya Amerîkayê, Odeya Bazirganîyê ya Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê, Herêma Kurdistanê dikim, ku di pêkanîna vê korbendên de alîkar bûne. Ez ya herî baş bo Parêzgarê Neynewayê Necîm Cibûrî hêvî dikim. Bêguman Amerîka, dê li gel Iraqeke azad, demokrat û aram be, digel rêz û silavan.”

Balyozê Amerîkayê li Iraqê Matthew Tueller di çarçova beşdarîya di Korbenda Weberhênana Neynewayê de duh gihiştibû Hewlêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîyabû.

Di wê hevdîtinê de xwepêşandanên li parêzgehên Iraqê û dawîn rûdan û pêşhatên li wî welatî û navçeyê jî hatibûn gotbûjkirin.

Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence roja 23.11.2019an bi awayekî çaverênekirî gihiştibû Bexdayê û piştî serdana serbazên wî welatî li Iraqê û peywendîyeke telefonî ya li ser Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku berî çend rojan dest ji kar berda, bêyî ku hevdîtin an jî civînekê li gel berpirsên Iraqê bike, derbasî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bûbû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîyabû. Wê serdana Pence û ya bo Kurdistanê û civîna li gel Nêçîrvan Barzanî, li navçe û cîhanê deng vedabû.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin