Mîhraç, Efe, Berfîn… Di 10 salan de polîsan bi wesayitên zirxkirî 20 zarok kuştine

Mîhraç, Efe, Berfîn… Di 10 salan de polîsan bi wesayitên zirxkirî 20 zarok kuştine

.

A+A-

Herî kêm 17 zarokên ku temenê wan di navbera 4 û 17an de ye, ji ber wesayitên zirxkirî li wan dane, can dane. Piştî sala 2019an bi heman sedemê sê zarok mirine.

Piştî ku polîsekî bi wesayita zirxkirî li Hezexê, navçeya Şirnexê pê Mîhraç Mîroglû, zarokê 7 salî kir û ew kuşt, careke din zarokên ku bi vî rengî mirine, hate rojevê.

Li gorî rapora Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera salên 2008 û 2019an de herî hindik 17 zarokên temenê wan di navbera 4 û 17an de ye, ji ber wesayitên zirxkirî li wan xistiye, mirine. Piştî sala 2019an bi heman sedemê sê zarokan can dane.

Raporê diyar kiriye ku di 10 salên dawiyê de herî hindik 63 caran wesayitên zirxkirî li mirovan dane. Di encama van bûyeran de 16 zarok mirine, 14 zarok jî birîndar bûne.

Bajarên ku zarok lê mirine ev in:

Amed: 3

Êlih: 1

Sêrt: 8

Wan: 1

Colemêrg:1

Mêrdîn:1

Erzerom: 1

Bedlîs:1

Stenbol: 1

 

Maziye Aslan – Colemêrg, 29ê Nîsana 2009an, 11 salî

Dîren Basan – Şirnex, 3yê Hezîrana 2010an, 10 salî

Yûsûf Yilan – Erzerom, 13ê Hezîrana 2012an, 9 salî

Sînan Saltikalp – Şirnex/Cizîr, 23yê Nîsanê 2013, 17 salî

Cûma Ozkaplan – Dîlok, 15ê Nîsana 2016an, 17 salî

Bunyamîn Bayram – Şirne/Cizîr, 7ê Hezîrana 2016an, 6 salî

Taha Kiliç – Wan, 24ê Tîrmeha 2016an, 4 salî

Hakan Sarak – Şirnex/Cizîr, 24ê Çiriya Pêşiyê ya 2016an, 5 salî

Berfîn Dîlek – Mêrdîn, 9ê Sibata 2017an, 7 salî

Mûhammed û Fûrkan Yildirim (bira ne), Şirnex/Silopya, 4ê Gulana 2017an, 7 salî û 6 salî

Zîlan Yamankiliç – Amed, 19ê Hezîrana 2017an, 10 salî

Felek Batûr – Sêrt, 21ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an, 7 salî

Bûrak Îlhan – Êlih, 6ê Çiriya Paşiyê ya 2017an, 4 salî

Ferhat Dalkiliç – Amed, 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2017an, 5 salî,

Efe Teftekîn – Amed, 11ê Îlona 2019an, 6 salî

Eyup Kirtay – Bedlîs, 25ê Tebaxa 2021an, 10 salî

Mîhraç Mîroglû – Şirnex, 3ê Îlona 2021an, 7 salî

Çavkanî: Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin