Mihemed Helbûsî bo parlamenterên şîe: Weke Kurdan sîyasete bikin

Mihemed Helbûsî bo parlamenterên şîe: Weke Kurdan sîyasete bikin

Parlamentoya Iraqê di rûniştineke awarte de proje biryareke 5 xalî pesend kir û biryar da hêzên hevpeymanan ji Iraqê bên derxistin. Lê parlamenterekî Kurd dibêje ev ne îşê parlamento, lê yê hikûmetê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Paş nîvroya roja 05.01.2020 Encûmena Nûnerên Iraqê bi amadebûna 168 parlamenteran ku çend parlamenterên Kurd jî di nav wan de hebûn, proje biryarek bo qewitandina hêzên hevpeymanan ji Iraqê da.

Proje biryar ji 5 xalan pêk tê wek: Hilweşandina daxwaza ku berê Iraqê şandibû bo hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê bo alîkarîya Iraqê. Herwisa “hikûmeta Iraqê rê nede ti hêzeke bîyanî bi her hokarekê be ax û av û esmanê wê bi kar bîne. Sînordarkirina çekan di destê dewletê de, divê wezîrê derve yê Iraqê li NY dozê dijî Amerîka veke ji ber binpêkarîyên wê yên tahlûkedar li dijî Iraqê.” Xala dawîn jî ew bû ku “hikûmeta Iraqê bi bayê bezê êrîşa Amerîka lêkolîn bike û encamên wê bide parlamentoyê.”

Serokê Frakisyona Yekgirtû li Parlamentoya Iraqê Mûsena Emîn ku beşdarî rûniştina parlamentoyê nebû, ji Rûdawê re got: “Mijara derxistina hêzan ne mijareke teşriî lê belê tenfîzî ye.” Bi nerîna wî tiştê roja yekşemê li parlamentoyê qewimî “cûnek ji şow û derbirîna rik û hêrsê ye”..

Parlamentoya Iraqê di demekê de ev biryar da ku şareza misêwa hişyarîya dîsa derketina DAIŞê didin. Di demekê de roleke hevpeymanan a bandorker bi serokatîya Amerîka hebû di rizgarkirina deverên ku ketibûn bin destê DAIŞê.

Arêz Ebdulla ku xula borî serokê frakisyona YNKê li Parlamentoya Iraqê bû, dibêje pêkan e hikûmet pabendî biryara parlamentoyê nebe, çimkî dibe ku cîbicîkirina wê biryarê akamên emnî û aborî derxe holê. Lewma Arêz Ebdulla dipirse: “Gelo hikûmeta Iraqê dikare vê biryarê bi cih bike ku li milekî encamên wê yên aborî û stratejî yên xerab hene û li milê din jî bi temamî van welatan dike dijminê xwe? Bawer nakim.”

Ew biryara parlamentoyê ku bi dengê parlamenterên şîe hat derbaskirin, wek bertekekê bû li hindava kuştina Fermandeyê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebûmehdî Muhendis ku şeva îna borî 03.01.2020 li gel 8 yawerên xwe ji alîyê firokeyeke bê firokevan a amerîkî li ser rêya firokexaneya Bexdayê armanc hatin girtin.

Erefat Kerem ku serokê frakisyona PDKê di xula sêyem a Parlamentoya Iraqê de bû, dibêje: “Ez bawer dikim biryara Parlamentoya Iraqê ji bo wê çendê bû ta parlamenterên şîe ji xelkên xwe re bibêjin va me tiştek kir.”

Li gor Erefat Kerem, biryar tenê bo xwederxistinê ye û hikûmet jî ku vêga karbirêker e, nikare wê biryarê bi cih bîne. Lê divê çaverêyî hikûmeta nû bê kirin, paşê hikûmet proje yasayekê bo vê meremê bişîne parlamentoyê û demeke zêde ji vê re divê.

Frakisyonên Kurdistanî û piranîya sunîyan jî beşdarî rûniştina roja yekşemê nebûn, lê piranîya berpirsên Kurd li herdu konsulxaneyên Îranê li Hewlêr û Silêmanîyê, beşdarî behîya Qasim Suleymanî bûn.

Li gor Mûsena Emîn alîyên şîe yên ku bo kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Muhendis dilgerm in, dibe ku di medya û kolan û rûpelên xwe de cûnek ji dijatîya kurdan bikin û tometan belav bikin “divê ev mijar jî micid bê wergirtin” lê dibêje: “Di alîyê stratejî de hîkarîyê li ser têkilîyên Kurd û şîeyan nake. Çimkî ev derbirînê ji hemû şîeyan nake.”

Derbarê berteka Îranê li hember vê helwesta Kurd û sunîyan jî, dibêje: “Ez bawer nakim Îran ewqasî bîrteng be ku barêşa vêga ya Iraq û Herêma Kurdistanê fêm neke.”

Bi nerîna Erefat Kerem beşdarnebûna kurdan di civîna Parlamentoya Iraqê de, di barêşeke tenê de pêkan bû hîkarîyê li ser têkilîyên Herêma Kurdistan û Îranê bike, ew jî heke Kurd ne yekhelwest bûna, lê çimkî Kurd yekhelwest in, hîkarîyê nake û miamele ne bi partîyeke taybet, lê bi neteweyekê re dibe.

Erefat Kerem dibêje: “Îran naxwaze têkilîyên wê bi Herêma Kurdistanê re têk herin. Hergav jî doza vê yekê kirine.”

Rêkeftinek di navbera Iraq û Amerîka de heye bo mana hêzên wê di axa Iraqê de, her yek ji wan alîyan rêkeftinê bişikîne, berpirsîyarîya malî û qanûnî dikeve stûyê wî.

Arêz Ebdulla dibêje: “Rêkeftina Amerîka bi Iraqê re heye û divê wê rêkeftinê bi cih bike. Her alîyek pabendî wê nebe berpirsîyarîya qanûnî dikeve stûyê wî, lewra bi nerîna min her biryar û yasayek ji wê derkeve, ji bilî ximava ser kaxezê ne tiştekî din e.”

Proje biryara parlamentoyê, Iraq li ser du blokên îranî û amerîkî dabeş kir. Kurd û sunî ketin ser bloka Amerîka û şîe jî bloka Îranê. Lê yên xwe wek hevpeymanên Amerîka dibînin, hertim tirseke wan heye ku Amerîka pişta xwe bide wan.

Di vê barê de, Arêz Ebdulla dibêje: “Di du qonaxan de Amerîka bawerîya kurdan ji dest da. Di mijara Kerkûk û referendum û herwisa Rojavayê Kurdistanê de. Lewma divê ev li ber çav bê girtin.”

Lê bi dîtina Erefat Kerem, Amerîka vê helwesta kurdan ji bîr nake û dibêje: “Amerîkî beşdarnebûna kurdan di civîna parlamentoyê de giring werdigirin. Hîkarîya wê ya zêde jî di nav îdareya Amerîka de dibe.”

Dilgiranîyeke din ji beşdarnebûna kurdan di rûniştina parlamentoyê de, çarenivîsa pişke budceya Herêma Kurdistanê ye ku heye di siberojê de Şîe di tolstandina vê helwestê de arîşeyan jê re peyda bikin.

Erefat Kerem dibêje: “Ez pêşbînî dikim di dema guftûgoyên li ser proje yasaya budceyê de, pirsgirêkên mezin bo pişka herêmê çêbibin. Ji ber ku van tiştan nû dikin û dibêjin Kurd nehatin civînê.”

Helbûsî: Wek kurdan bikin

Li gor zanyarîyên parlamenterekî Kurd li Bexdayê ku nexwest navê wî bê belavkirin, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, hewldaneke zêde kir bo aramkirina parlamenterên Şîe.

Helbûsî şîret li parlamenteran kiribû ku nabe proje biryarek derkeve bibe ûştê parçekirina Iraqê, lê bibe konevanîya resmî ya Iraqê da îmkana cîbicîkirina wê hebe, wek nimûne Kurd anîn ku hem li Silêmanî û hem li Hewlêrê beşdarî behîya Qasim Suleymanî dibin, li Bexdayê jî beşdarî tiştekî nabin ku li dijî Amerîka be û ev bo ragirtina terazûyê ye.

Serkewt Şems ku parlamenterê Nifşê Nû ye, dibêje 3 guhartoyên proje biryarê bo parlamentoyê hatibûn anîn ku guhartoya yekem a Hevpeymanîya Bînaa bû û doza derxistina hêzên Amerîka ji Iraqê dikir, heke dernekevin jî rûbirûyî wan bibin. Guhartoya duyem jî ku ya Sairûn bû, tew dabaşa sînordarkirina tevgera dîplomatîk a Amerîka jî dikir. Guhartoya sêyem a sunîyan bû, doz dikirin vê mijarê ji hikûmetê re bihêlin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin