Mezlûm Ebdî: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê dimînin  

Mezlûm Ebdî: Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê dimînin  

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê dimînin.

Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, ew bi şandeke pilebilind a ku ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood û Nûnera Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîakyê Zehra Bill pêk hatibû civiya.

Mezlûm Ebdî diyar kir, di civînê de tekezî li ser mana hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li herêmê ji bo serkeftina temam bi ser DAIŞê de û piştgiriya xurtkirina Rêveberiya Xweser hate kirin.”

Ev yek di demekê de ye, Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser malpera xwe ragihand ku şandeke payebilind, li Rojavayê Kurdistanê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civînek pêk anî.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin; şandeke payebilind ku ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood, Wekîlê Nûnerê Taybet ê Sûriyê Aimee Cutrona û Berpirsa Karûbarên Sûriye û Iraqê ya Encûmena Asayîşa Netewî Zahra Bell pêk dihat, li Rojavayê Kurdistanê ligel rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiya.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şanda Amerîkî li bajarê Reqayê ligel serokên eşîran jî hevdîtinek kiriye.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Joey Hood diyar kiriye: “Li ser hemahengî û hevkariya Amerîkayê ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, berdewamiya îstiqrara li bakurê rojhilatê Sûriyê û ji bo ku DAIŞ bi awayekî mayînde têk biçe, li deverên rizgarkirî, em li ser radestkirina alîkariyan bi biryar in.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin