Mezlûm Ebdî: Armanc ji êrîşê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye

Mezlûm Ebdî: Armanc ji êrîşê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Duhî bajarê Hewlêrê û firokxaneya wê bi mûşekan hat armanckirin. Em vî karî bi tundî şermezar dikin ku armanc jê, têkdana aramiya Herêma Kurdistanê ye.”

Mezlûm Ebdî ragihand, “Rihmetê ji bo şehîdan û hêviya başbûna bi zû ji birîndarên sivîl û birîndarên hevpeymanên me di Hevpeymaniya Navdewletî de dixwazin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin