
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
.
MITEX dibe mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn ku li Hewlêrê tê vekirin, Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê jî ji nêz ve serdana amadekariyên wê pêşangehê dike.
Ew pêşangeh li roja Sêşema bê (06.05.2025) li nav Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê li parka Samî Ebdirehman dest pê dike û ji bo dema sê rojan berdewam dibe.
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî eşkere kir, “Ev cara sêyê ye ku Pêşangeha Geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin û wekî mezintirîn pêşangeha geştyarî li ser astê Îraq û deverê tê hesibandin.”
Ji bo ku ji nêz ve haydarî amadekariyan be, Sasan Ewnî serdana wê pêşangehê kir û amadebûna hemî alîkarî û piştevaniyên Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ji bo birêveçûna karên wê pêşangehê bi baştirîn awa tekez kir.
Tevî piroje û kompaniyên mezin ên geştyarî, her du birêveberiyên giştî yên geştyariyê yên Hewlêr û Silêmaniyê û Serokatiya Şaredariya Hewlêrê jî tevlî wê pêşangehê dibin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin