Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo peywendîyeke telefonî encam dan

Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo peywendîyeke telefonî encam dan

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendîyeke telefonî encam dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mesrûr Barzanî û Mike Pompeo di wê peywendîya telefonî de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha herdu alîyan di wê peywendîyê de tekezî li ser aramkirina rewşa navçeyê, nehiştina alozîyan, li ser xwe bûn û berdewambûna dîyalogê kirin.

Mesrûr Barzanî jî derbarê hevdîtina li gel Pompeo lis er hesaba xwe ya Twîtterê ragihand ku wan dawîn bûyerên li Iraqê gotûbêj kirine herwiha li hev kirine li ser jinavbirina alozîyên li Iraqê bi rêya dîyalogê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî li ser hesaba xwe ragihand, “Di axaftina xwe ya îro li gel Mesrûr Barzanî de, me çalakîya duh a parastinê û soza bo kêmkirina alozîyan nîqaş kir. Ji bo hevbeşîya wî ya bi biryar min spasîya wî kir. Me li ser pêwîstîya berdewamîya hevkarîya timî û nêzîk li hev kir.”

Ev di demekê de ye ku şeva derbasbûyî, Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, di êrişeke firokeyên bê firokevan ên Amerîkayê de li Bexdayê hat kuştin.

Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê jî piştî kombûna li ser wê rewşê ragihand, “Di dem û cihekî guncaw de toleke dijwar dê were hildan.”

Herwiha Pentagonê jî ragihand ku ew dê 3 hezar 500 serbazên din jî bişînin Rojhilata Navîn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin