Mesrûr Barzanî û Berhem Salih pêşhatên dawî yên li Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û Berhem Salih pêşhatên dawî yên li Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de dawî guhartin û pêşhatên rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Tekezî li pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingeha destûrê hate kirin. Di wê çarçoveyê de, pesendkirina yasaya budceya federalî ya 2021ê, bi pêngaveke erênî hat binavkirin ku pêwîst e bi awayekî dadperwerane xizmeta tevahiya pêkhate û navçeyên cuda ên Iraqê bike û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî, di zûtirîn dem de were şandin.

Herwiha pesnê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate dan ku pêwîst e hemû alî piştevaniyê li serxistina karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo xizmetkirina berjewendiyên giştî û parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din a civînê de, guftûgo derbarê hilbijartinên Iraqê yên dahatî hate kirin, bi arasteya xweşkirina zemînê li pêş hilbijardineke pak ku mafê û daxwazên tevaniya pêkhateyên Iraqê misoger bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin