Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên hikûmet û gelê Fransayê kir

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniyên berdewam ên hikûmet û gelê Fransayê kir

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Fransî kir ku ji Serokê Komisyona Berevaniya Niştimanî û Leşkerî di Parlamentoya Fransa Françoise Dumas û endamên Parlamentoyê Philip Mayer û Guendal Roylard û Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Obert û Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies pêk hatibû.

Di hevdîtinê de behsa dawî guhartin û pêşhatên vê dawîyê yên Iraqê û navçeyê hat kirin û behsa pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de hat kirin.

Şanda Fransî tekezî li girîngiya bihêzkirina dostaniyê û pêwendiya dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê kir û pesnê hewlên çaksaziyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da û amaje destnîşan kir ku ew daxwazeke bihêz a ji bo çaksaziyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin, ji ber vê yekê ew bi hemû awayî amade ne piştevaniya Herêma Kurdistanê bikin û li ser wê piştgîriyê berdewam bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hikûmet û gelê Fransa kir ku di qonaxên cuda û dijwar de piştgîriya berdewam ji gelê Kurd re kirine û bi taybetî di alîkariya hêzên Pêşmerge de ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê. Amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina pêwendiyên zêdetir bi Fransa re di hemû waran de nîşan da.

Pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, giringiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bicihanîna rêkeftina Şingalê, rewşa kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û giringiya peydakirina vaksîna Koronayê, mijarên din ên guftûgoyê bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin