Mesrûr Barzanî beşdarî taziya Ezîz Şêx Riza bû

Mesrûr Barzanî beşdarî taziya Ezîz Şêx Riza bû

Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê beşdarî di taziya Ezîz Şêx Riza de kir.

A+A-

Îro, Şemiyê 31.3.2018 li bajarê Hewlêrê û li mizgefa Celîl Xeyat roja siyemîn a taziya serokê berê yê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Riza bi rêve çû, her yek ji serokê borda damezrênerên dezgeha xêrxwaziyên Barzanî Mesrûr Barzanî û endamê borda damezrênerên dezgehê Sîdad Barzanî weke wefadariyekê  beşdarî di taziyê de kirin.

Di roja siyemîn de çendîn kesayetiyên civakî û siyasî li piraniya navçe û bajarên din yê herêma Kurdisanê bo derbirîna hevxemiya xwe û sersaxiyê ji malbata Ezîz Şêx Riza kirin.

Ezîz Şêx Riza di sala 1939 li bajarê Ranya ji dayîkbûye, di sala 1959 bo armanca xwendiê çûbû Brag Çîkislovakya berê, herwiha sala 1966 pêwendî bi şoreşa Îlonê kir, piştî wê di sala 1967 bû berpirsê teknîkî yê dezgeha dengê Kurdistana Iraqê û yek ji hilgirên mîdaliya Barzaniyê nemir bû û sala 2005 bû serokê dezgeha xêrxwaziya Barzanî û endamê desteya damezrêner û heyama 12 salan xizmeta mirovatiyê kir.

Di sala 2017 dest ji serokatiya dezgeha xêrxwaziya Barzanî berda û şeva 20-21.3.2018 li welatê Siwêd bi sedema nexweşiyê koça dawî kir û di roja 28.3.2018 termê giheştie herêma Kurdistanê û bajarê Ranya bixakê hate spartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin