MÊRDÎN - Krîstiyan rê nadin Kurdên Êzidî vegerin gundê xwe

MÊRDÎN - Krîstiyan rê nadin Kurdên Êzidî vegerin gundê xwe

.

A+A-

Li gundê Efşê yê bi ser navçeya Nîsêbîn a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê 100 malên  Kurdên Êzidî yên ku 40 sal berî niha ji ber rewşa siyasî koçî Ewropayê kiribûn dixwazin vegerin û gundên xwe ji nû va ava bikin.

Berî 40 salan ji ber alozîyên ssiyasî û rewşa nebaş a aborîyê ji devera Midyad û Nisêbîn li Mêrdînê nêzîkî 70 hezar Kurdên Êzidî koçî welatên cûda cûda yên Ewropa kiribûn. Piştî salên 2000î  bi destûra dewletê di çarçoveya projeya vegera gundan de derfeta vegerê ji bo wan derketibûn û beşek ji wan vegeriyabûn li ser axa xwe di çarçoveya heman projeyê de ew veger hêj berdewam in.

Beşek ji gundiyan ji Almanya vegeriyan e û hatine ku ji xwe re xanî lê ava bikin, rêya çûyîna gundê wan ji nav gundê Suryaniyan yê bi navê Erbobeyê de derbas dibe. Şênîyên Erbobeyê jî dibêjin rêya ku diçe Efşê milkê wan e û tapo jî li ser wan e,ji ber wî gundîyên Erbobe 4 kîllometre rêya Efşê bi çar xalan bi keviran girtine û rûniştvanên Efşê jî mecburin wê rêyê peya diçin û tên û ew nikarin melzemeyên înşaetê bibin gund. Ji ber vê rewşê gundiyên Efşê bi rêya parêzerê xwe li dijî gundê Erbobe gilî tomarkirine û herwiha wana şaredariya Nisêbînê jî agahdar kirine, lê hêj çarenivîsek ji bo wan nehatîye dîtin û ew ji rayedaran daxwaza zûtirîn çareyekî dikin.

Piştî 40 salan Êzidiyên ku rûniştvanên gundê Efşê bi armanca gundê xwe ji nûve avadan bikin û ji Ewropa vegerenane û amadekariyên avadankirina gundê xwe dikin. Lê rêya gundê wan a sed salan ji aliyê gundiyên gundê cînar Erbobe ve bi hinceta ku milkê wan tapo kiriye, li çar cihan bi latên mezin hatiye girtin û ew nikarin bi asayî herin gundê xwe. Ji ber vê yekê ew 4 kîlometre rêya di navbera gundê Mesîhî Erbobe û gundê xwe de pêyatî hatin û çûnê dikin û kar û barên avadankirina gund jî rawestiya ye.

Rûniştvanê Efşê Îzedîn Yalçin jî got: “Niha ev rêya ku ji Erbobe diçe Efşê bi sedsalan heye. Rêya karwanî bû. Van ev der rakirinê ji xwe re kirine erd weke ku bere rê nebûye.Yanî tiştek wiha tune. Jixwe ew jî dizanin em jî dizanin ku ev rê bere hebû û diçe Efşê.”

Rûniştvanê Efşê Zahredîn Aytan jî got: “Em hêviya xwe digihînin ku dewlet me sêwî nehêle. Dewlet li me bibe xwedî. Lewra em dewa cîhê keskî lê nakin.”

Welatî Kenan Derecioglu jî got: “Ez ji Midyadê me, ez hatim ku hevalên xwe yê Êzidî li gundê wan ziyaret bikim û merhaleyek bidim wan, min temaşe kir ku rêya wan girtîye. Ji wî gundî heta derbasî ba wan dibin bi linga dimeşin. Zehf zor e, ne xweş e, germ e.”

Fahrettin Yalçin jî Kurdek Êzidî yê  gundê Efşê ye û piştî 40 salan ew vegeriya gundê xwe û li gire ku goristana hizkirîyên wî binaxkirîne rûniştîye û  bi hisret û neçar li xirabeyên gundê xwe dinêre û li çareyek digere.

Rûniştvanê Efşê Fahrettin Yalçin dibêje: “Şeş heft rojên em êsîr mane, rêya me hatine girtin em ne dikarin ji xwe re nanek bînin ne jî avek bînin. Ez hêvî ji Suryaniyên me dikim, ji Mesihiyên me dikim, bi rastî jî em cîranê hev in, em sertixûbê hev in. Em naxwazin ku em dile hev bihêlin. Xwedê tiştek wîlo jî nîşanî me nede.Lê bi rastî em ne li hêvîya wê yekê bûn hûn li sere me bikin.”

Ji şêniyên gundê Erbobe yên ku em bi rêya têlefonê gîhaştin wan jî dibêjin ew rê erde bi tapo yê gundê wan e, dewlet ango kanûn çi biryar bide ew papendê wê biryarê dibin.Li gel wê yekê jî parêzerê gundiyên Efşê Omer Demîr jî palpiştîya wan a hiqûkî dike. Ew dibêje bi her awayî derkanûnî ye ku rêya gundek were astengkirin.

Parêzerê Gundiyên Efşê Omer Demîr jî got: “Em dixwazin denge me digihîje her kêbin jî,yên dikarin alîkarîya me bikin bira bibin alîkar. Di serî de qeymeqamê Nisêbînê û walîyê Mêrdînê û her  însanek ku karibin alîkarîyê bikin emê gelek memnun bin.”

Di halê heyî de nêzîkî 5 hezar ji nifûsê gundên Efşê li Almanya û welatên cûda yê Ewropa ne ji ber ku ew nikarin melzemeyên avadinkirina xanîyan bînin û kare avadankirinê bidin destpêkirin beşek gundiyên ku vegeriyane di konteynirek de dimînin û peya diçin û tên.

Çavkanî / Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin