Mela Bextiyar: Bila PKK xwe ji Pêşmerge dûr bixe û PDK jî bêhnfirehtir bibe

Mela Bextiyar: Bila PKK xwe ji Pêşmerge dûr bixe û PDK jî bêhnfirehtir bibe

.

A+A-

Yek ji rêvebirên pilebilind ê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, bang li PKKê kir ku hêzên xwe yên leşkerî ji xetên têkiliyê yên Pêşmerge û wargehên sivîl dûr bigire, û ji bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî got “xwe bêhnfirehtir bike.”

Endamê Encûmena Bilind a YNKê Mela Bextiyar, di gotarekê de bi sernavê "Nameyek vekirî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û PKKê” banga Serok Mesûd Barzanî, Hevserokên PKK û raya giştî ya Kurdistanê kir.

Mele Bextiyar da zanîn ku Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û hin çavdêrên sîyasî dibêjin "ji bo Herêma Kurdistanê zengila metirsiyê lêdaye” û herwiha bibîr xist ku 13ê Tîrmeha 2016an  di semînerek li Zanîngeha Silêmaniyê de behsa planên lii ser perçên din ên Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên dervey îdara Herêma Kurdistanê axivîne.

Siyasetmedarê xwedî ezmûn got; “mixabin, sal derbas bûn, lê  ji pirsgirêkên navxweyî yên xeternak re hê ti çareyek nehate dîtin” û  nakokiyên di navbera PD û YNK, PDK û PKK, û li Rojavayê Kurdistanê jînakokiyên di avnera  ENKS û PYD li weke minak nîşan da.

Mele Bextiyar diyar kir ku egera destwerdana ji derve li dijî Herêma Kurdistanê, bi saya weke fermî di Destûra Bingehîn a Iraqê de hate pênasekirin û her wiha ji ber têkiliyên aborî û bazirganî yên bi derdorê re kêm bûye.

"30 sal e rijandina xwînê û wêranîbûn berdewam in"

Bi gotina Mela Bextiyar “gerîlayên li Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyê dikin.  Tirkiye xwedan ezmûnek 200 salî ya dijminahiya bi Kurdan re ye heye û herwiha di danîna komployê de jî xwedî ezmûn e.”

Di berdewamiya name xwe de Mele Bextiyar wiha dibêje:

“Mafê Herêma Kurdistanê ye ligel hikûmetên welatên cîran peywendiyên xwe biparêze.Vê encamên xwe yên aborî, siyasî û dîplomatîkî yên erênî ji bo welatên herêmê, Iraqê û Herêma Kurdistan hebûye. Lêbelê, ji ber ku Tirkiye israr dike ku mafên demokratîk û neteweyî yên Kurdistanê nas neke, di heman demê de israr dike ku ji bo gerîlayan efuyeke giştî dernexê, û heta wekî heyama siltaniya Iraqê, hebûna zimanê Kurdî jî red dike. Ew her destpêşxeriya ji bo aştî û çareseriya siyasî red dike. Di dema heyama rehmetî Turgut Ozal de salên 1993-1994, Serok Mam Celal ronahiya aşitiyê nîşanî Tirkiyê da, û birêz Ocalan jî bersîva banga Mam Celal da û çend caran agirbestekê yekalî ragihand. Lê 30 sal in, xwînrijandin û wêranbûn berdewam in. Girtîgeh her diçe zêdetir dibe dibistanên azadîxwazan! Xemgîniya herî mezin jî ew e ku Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ye. ”

Mela Bextiyar eşkere kir ku dema hêzên sîyasî-leşkerî nekarin pirsgirêkên xwe bi rêyên siyasî çareser bikin, ew serî li çekan didin û got: “Bi taybetî li Kurdistana dorpêçkirî, pirsgirêka demokrasî û netewbûnê bê çare maye. Dijmin planên xwe didomînin.”

Mela Bahtiyar diyar kir ku YNK û KDP di sala 1992 de bi PKK re şer kirin û encam ji bo hemî aliyan pûç bû, her wiha got ku nakokiyên di navbera PKK û YNK û PKK û KDP de bê encam in."Çima heta nuha PKK nikaribû vê yekê bike?"

Derbarê bûyerên 1992yan de jî Mele Bextiyar diyar kir ku encamên şerê YNK û PDKê yê ligel PKKê ji bo hemî aliyan xirab û tişteke pûç bû û herwiha pevçûnên di navbera PKK û YNKê de û PKK û PDKê de jî bê encam man.

“Çima heta niha PKKê ev yek nekiriye?”

Endamê Encûmena Bilind a YNKê Mela Bextiyar got: “Bê guman PKK piştî 37 salan, hebûna xwe ya siyasî û leşkerî veneguhestiya cepaa xwe ya rastiqîne ku ew jî Bakurê Kurdistanê ye. Ev jî zirarê dide têkoşîna rizgariya sivîl a li Başûr.

Ligel ezmûnek mîna Enfal, ku li wir gundek Kurdistanî tenê nema, lê rejîma faşîst a Iraqê di êrişên hovene yên dijî Pêşmergê de ku ne kêmtirî Tirkiyê bû,  tevî  Eniya Kurdistanî karibû çalakiyên xwe bidomîne. Çima heta niha PKK nekariyê vê yekê bike? Em em di wê baweriyê de ku têkiliya vê yekê bi stratejiya têkoşîna çekdarî re heye ku di şert û mercên piştî şerê sar de derketî holê, û niha pêwîstî bi wê yekê heye ku ji nû ve li ber çavan re derbas bike. Têkoşîna sivîl û serhildan li bajaran ji bo demokrasiyê bûye stratejiyek.”

“Eger PKKê tiştek wiha kiribe, tawanek mezin e”

Mela Bextiyar, bibîr xist ku berî çend rojan li sînorên Amêdiyê û li Zaxo 6 pêşmerge şehîd bûn û got: “Eger PKK tiştek wisa kiribe ku niha vê red dike, wê tawanek mezin kiriye. Lêbelê, eger were piştrastkirin ku PKK tawanek wisa encam daye ku  di demek wiha hestiyar  de ye û eger birêz Mesud Barzanî, PDK û hikûmeta Kurdistanê rê nede xwînrijandinê wê demê mezinbûn û hişmendiya wan dê diyar bibe . Vê carê, bila xwîna zarokên Başûr ji bo Kurdayetiyê wekî qurbanî were dîtin. Bi ti awayî bilati partî ji bo ku xwînek zêdetir were rijandin nekeve xefika yên derdorê. Ji ber ku encam dê dîsa pûç û xirab be.”

Mele Bextiyar di heman demê de bibîr xist ku Parlamentoya Kurdistanû û Iraq komîteyeke hevbeş şandine herêmên ser sînor da ku rewşê di cih de bişopînin û raporan amade bikin, got ku di zelakirina encaman de, divê bale bidin ser çareseriyek bi berpirsiyariya neteweyî, ne ku tolê.

“Divê PDK bêhnfirehtir be”

Di berdewamiya gotara xwe de Mela Bextiyar dibêje: “Piştî van bûyeran, berî her tiştî, divê PKK li çareserieyeke leşkerî-sîyasî bifikire û gerîla ji xetên nêzîkî Pêşmerge û ji rêvebiriyên herêmî yên li Qendîl û Gare dûr bixe, da ku xelk jî ji ji bombebarana firokeyên NATOyê rizgar bibin. Li aliyek din, divê PDKê bêhnfirehtir û aramî bib û giraniya xweya siyasî li dijî vê rewşê wekî salên berê nîşan bide.

Her weha divê hemî alî, li Bakur li ser çareseriyek aştiyane bifikirin, memaze niha Tirkiye siyaseta xwe ya bi Misir, Yûnan, Lîbya, Iraq, Amerîkayê û Yekîtiya Ewropî re ji bo baştirkirina li ber çavan re derbas dike. Tirkiye hêzên çekdar dişîne Sûriye û Lîbyayê da ku alîkariya hêzên ku ew piştgirî dike bike, lê naxwaze li Bakurê Kurdistanê danûstandinan bike.

Divê di serî de YNK û Goran ku şirîkên hikûmetê ne, û partiyên Kurdistanî helwestên xwe bikin yek da ku pêşî li şerekî nedilxwaz di navbera Kurdan de bigirin. Eger şerek rû bide, dê hemû partî, û berî her tiştî rêveberiya Kurdistanê, berdêlê bidin.”

Di dawiya gotara xwe de, Mela Bextiyar tekez kir ku hikûmet muxatabê pirsgirêkan in û hikûmeta Tirkiyê jî muxatab e û eger komkujiyek mîna Enfal hebe jî, dê di dawiya dawyiyê de vegerin ser maseyê çareseriyê.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin