Mehmet Dara Akar: Tifaqa Cumhurê bi ser neket û divê AK Partî berê xwe bide Kurdan

Mehmet Dara Akar: Tifaqa Cumhurê bi ser neket û divê AK Partî berê xwe bide Kurdan

.

A+A-

Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar got, “Tifaqa Cumhurê bi ser neket, divê AK Partî dîsa berê xwe bide Kurdan û bi kesên demokrat û saziyên sivîl ên demokratîk re tifaqê bike.”

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî hatin kirin.

Li gorî encamên destpêkê li Tirkiyeyê CHP bi rêjeya ji sedî 37,68ê dengan bû partiya yekem.

AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 35,54ê dengan bû partiya duyem û gelek şaredarî ji dest dan.

Serokê berê yê Şaxa AK Partiyê ya Amedê Mehmet Dara Akar bû mêvanê bultena Rûdawê û encamên hilbijartinê yên Amedê nirxandin.

“Destpêkê îdiayên AK Partiyê yên reforman hebûn”

Mehmet Dara Akar da zanîn ku ji destpêka avabûna AK Partiyê ve, ew di nav wê partiyê de siyasetê dike û got:

“Dema me AK Partî li Amedê ava kir, wê demê ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê îdiaya wê ya reformên aborî, hiqûq û demokrasiyê hebûn.

Gelek gav jî hatin avêtin. Dema ez serokê Şaxa AK Partiyê ya Amedê bûm, pêvajoya aştiyê jî hebû.

Wê demê AK Partiyê berê xwe dabû Kurdan û diyaloga wê bi tevahiya civaka Kurdan re hebû.

Li kuçe û kolanan jî behsa Erdogan dihat kirin.”

“AK Partî ji esasên xwe yên ku ser ava bûye dûr ket”

Akar diyar kir ku  piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an, AK Partî ji esasên xwe yên ku ser ava bûye dûr ket û bi MHPyê re tifaq kir û wiha domand:

“Ew tifaqa bi MHPyê re ji roja ewil ve di nav Kurdan de nehat ecibandin.

Ev siyaset li rojavayê Tirkiyeyê heta demekê hat qebûlkirin lê AK Partiyê sala 2017an xeletiyek kir û sistema serokatiyê ya bi ji sedî 51ê anî.

Dema ew sîstem hat, AK Partî mecbûr û mihtacê partiyên biçûk bû wekî MHP, BBP û yên din.

AK Partiyê êdî nekarî xwe ji wê çarçoveyê rizgar bike.

"MHP li hemberî reforman dibû asteng"

Her dema ku dixwest di warê hiqûq, demokrasî, aborî û edaletê de reforman bike MHP dibû asteng.”

Mehmet Dara Akar eşkere kir ku wî çend caran rêveberiya AK Partiyê ji nerazîbûna xelkê agahdar kiriye.

Bi gotina Akar wî herî dawî 27ê Sibata 2024an jî raporek ji navenda AK Partiyê re şandiye û wî xwestiya rêveberiya partiyê ji rewşa heye agahdar bike.

“Navenda AK Partiyê ji xelkê dûr ketiye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Akar got:

“Ev pêla dihat min dît lewma min ji navenda AK Partiyê re got ku divê em bilez bicivin.

Min texmîna van encaman dikir lê ne ev qasî mezin.

Ez siyasetmedar im û li kuçe, kolanan û gundan di nav xelkê de digerim, bi saya vê yekê min pêla dihat dît.

Lê navend û teşkîlatên AK Partiyê ji kuçe û kolanan dûr ketibû.

Tenê çend kes hebûn ji vê pêlê agahdar bûn wekî Efkan Ala. Min çend caran li gel wî behsa vê yekê kiriye.”

Li ser pirsa “AK Partî dê ji niha û şûnde çi bike?” Akar wiha got:

“Rast e AK Partî îro ketiye di rêza duyemîn de lê ew dîsa di siyaseta muhafezekar demokrasiyê de navendeke girîng e.

Niha jî hêza AK Partiyê heye û hikûmet di destê wê de ye.

Têkçûnek çêbû û AK Partiyê ev darbe dît lê divê wekî sala 2002yan bi Kurdan re, bi Elewiyan re, bi kêmneteyan re û bi karkeran re tifaqekê berfireh bike.”

“Divê AK Partî tifaqa xwe berfireh bike”

Akar diyar kir ku encamên hilbijartinên 31ê Adarê nîşan didin ku Tifaqa Cumhurê bi ser neket û got:

“Divê AK Partî dîsa berê xwe bide Kurdan û bi kesên demokrat û saziyên sivîl ên demokratîk re tifaqê bike û destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk bîne rojevê.

Divê bi DEM Partî, CHP û partiyên din re diyalogê bike û hêdî hêdî reformên ji bo Yekîtiya Ewropayê pêk bîne.”

Herî dawî jî Akar got ku ew hêvî dike AK Partî encamên hilbijartinê baş binirxîne û berê xwe bide siyaseta ewil a avabûna xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin