
MECLÎSA PAKÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST
.
Meclîsa Partîyê ya PAKê di rojên 15 û 16ê Gulana 2021ê li ser ZOOMê civîna xwe li dar xist.
Di vê civînê de rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê hate nirxandin; li gorî rewşa pandemîyê, li welêt û li Ewropayê ji bo geş kirina xebatên rêxistinî, ciwanan, jinan, ragehandinê ,dîplomasîyê û ji bo xebatên di nav gel de , ji bo piştgirîya kampanyaya imzeyê ya ji bo zimanê kurdî biryarên girîng hatin wergirtin.
Meclîsa Partîyê ya PAKê li gorî şerdên pandemîyê de di demeke herî kurt de, dê seredana ser mezelê hevalê me , Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê kek Feyyaz Ekmen bike û di vê derbarê de dê raya giştî jî agahdar bike.
Civîna Meclîsa Partîyê ya PAKê civîneke berhemdar û hêvîdar bû.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin