Meaşê 100 hezar karkerên Disneylandê tê birîn

Meaşê 100 hezar karkerên Disneylandê tê birîn

Koma Walt Disney ragihand ku ji ber vîrusa koronayê şaxên wan hatine girtin, ji ber vê yekê jî ji hefteya pêşîya me wêdetir dê meaşê 100 hezar kesî nedin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li dinyayê Walt Disney koma şahîya zarokan a herî mezin e û navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Li gelek welatên dinyayê şaxên wan hene û bi ser 100 hezar î xebatkarên wan hene. Koma Walt Disney ragihand ku ji ber vîrusa koronayê şaxên wan hatine girtin, ji ber vê yekê jî ji hefteya pêşîya me wêdetir dê meaşê 100 hezar kesî nedin.

Komê dîyar kirîye ku xebatkarên ku meaşê wan dê nedin lê dê bikaribin ji sîgortaya tenduristîyê sûde bigirin. Komê ji bo rêveberên kompanî ku bê meaş ew şandine mala xwe jî gotine ku bila ew serî li fona dewletê bidin ku dewletê 2 trîlyon dolar fon ji bo betalan veqetandîye.

Li gor nûçeya Financal Times kompanîyên ji 7 cihên Disneyland Park ên li welatên cur bi cur di sala 2019'an de 1.4 mîlyar dolar pere kar kirîye.

Tê gotin ku komê bi Disney Plus ku 5 meh berê derxistibû ser înternetê dê bikaribe vê zerara xwe çareser bike. Ligel vê yekê jî kompanî dê meaşê 100 hezar kesî bibire.

Disney Plus ku di 5 mehan de mezin bû û bi mîlyonan aboneyên wê çêbûn, bûye reqîbê herî mezin ê Netfliksê.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin