McGurk: Tirkîye rê daye 40 hezar DAÎŞîyan da ku biçin Surîyê

McGurk: Tirkîye rê daye 40 hezar DAÎŞîyan da ku biçin Surîyê

Brett H. McGurk, nûnerê berê yê serokatîya Emerîkayê li Hevpeymanîya Nêvdewletî de dijî Daişê, ragehand, Tirkîyê rê daye 40 hezar Daişî ji 110 welatên vihanê ve, biçin nav Surîya û Daişê damezirînîn.

A+A-

Haber Merkezi- Brett H. McGurk yek di yek ji korbendên taybet de bi metirsîyên Daişê, ragehand, li dema karê xwe di Hevpeymanîya Nêvdewletî li dijî Daişê, nemaze di dema berngarbûna wê rêkixistêyê, kar li gel Tirkîyê kirîye û çend caran jî çûye Enqereyê daku sinûrên xwe li gel Suriya daxe, lê Tirkîyê ev kar nekir.

 

McGurk dibêje jî: Ser wê yekê me çend caran daxwaz ji Tirkîye kir ku sinûrî daxe, lê berpirsên Tirkîyê ji me re gotin, nekarîn evî karî bikîn.

 

Amaje bi wê yekê jî dike, dema hêzên Kurdî, devereke berfireh ji sinûr kontirol kirin, wê çaxê Tirkîyê sinûr daxist û dîwareke mezin bi demeke kêm li severên sinûrî duirst kir.

 

Li gor rojnameya New York Tîmes, Tirkîye di burdûmanên xwe de serinca xwe xistîne ser girtîxaneyên Daişê, bi sedema wê burdûmanê jî heya niha bi dehan çekdarên Daişî yên girtî şîyane birevin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin