Mazlûm Kobanî: Ji bo lihevkirina Kurdên Rojava ez bi Nêçîrvan Barzanî re axivîm

Mazlûm Kobanî: Ji bo lihevkirina Kurdên Rojava ez bi Nêçîrvan Barzanî re axivîm

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, ragihand, yekîtîya netewî ya Kurd tiştekî gelek girîng e, bi taybet di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Mazlûm Kobanî herwiha got, niha proseyeke nû ya çareserkirinê li Rojavayê Kurdistanê destpê kirîye, divê nûnerên tevahîya alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê di nava Hêzên Sûrîya Demokratîk de hebin.

Fermandarê Giştî yê HSDê dîyar kir, nabe tenê PYD di danûstandinên li gel Şamê de bibe nûner, ew li ser vê bingehê li gel alîyên sîyasî civîyane ku ENKS jî di nava wan de ye, û tevahîya alîyan jî amadebûna xwe ji wê yekê re nîşan dane.

General Mazlûm Kobanî di hevpeyvînekê de dibêje, ENKSê daxwaza hinek tedbîrên taybet kirîye û wan jî ew bicîh kirine û di vê çarçoveyê de ENKSê daxwaz kirîye ku bi awayekî azad karê xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin.

ENKSê daxwaza azadkirina zindanîyan kirîye, wan jî bicîh kirîye. Mazlûm Kobanî dibêje jî, mijara ku maye, tenê mijara kesên wenda ye û piştî ku Rêveberîya Xweser û HSD hatine avakirin, tu kesek wenda nebû ye.

Mazlûm Kobanî got jî, di demên derbasbûyî de bi navbeynkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan sê rêkeftin li gel ENKSê îmze kirine, lê ti yek ji wan nehatine bicihkirin. Ew mijarên ku ENKS behsa wan dike, berîya HSDê bûne, lewma li pêşîya rêkeftinên nû tu astengîyek çênabe.

Mazlûm Kobanî dibêje, ENKS ji çend beşan pêk tê, bi taybetî jî yên ku li Tirkîyê ne, li dijî rêkeftina nû ne. Mazlûm Kobanî di derbarê rola Herêma Kurdistanê ya dubare navbeynkarîyê de jî got, bêguman û bi taybetî Nêçîrvan Barzanî dikare wê rolî bibîne. Dibêje, ew li gel Serokê Herêma Kurdistanê axivîye û ew jî razî bûye ku alîkarîyê bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha dibêje, Serok Mesûd Barzanî jî di vî warî de axaftinên erênî kirine. Mazlûm Kobanî got, wê di demekî nêzîk de konferansekê li ser yekîtîya Rojavayê Kurdistanê lidar bixin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin