Mazlûm Kobanî: Ez spasîya Serok Barzanî dikim

Mazlûm Kobanî: Ez spasîya Serok Barzanî dikim

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî spasîya helwesta Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand, deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û dê destê hêzên wan de bimîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Fermandarê HSDê Mezlûm Kobanî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew spasîya helwesta Serok Barzanî û berpirs û partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin û got jî, pêwîst e li ser van êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdistanî bibin yek.

Derbarê gotinên radestkirina derîyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo hikûmeta Sûrîyê, Kobanî got Deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û stratejîk e û dê destê hêzên wan û Rêveberîya Xweser de bimîne û ew ti carî bazarê ser vî derîyî nakin.

Mezlûm Kobanî li ser êrîşên artêşa Tirkîyê de got, êrîşa Tirkîyê berdewam dike, Trump û Amerîkayê jî berpirsyaretîya vê yekê heldigrin.

Herwiha got, Amerîka êrîşa Tirîyê ranewestandîye û bi tenê hewla fişarên aborî û dîplomasî dike, bêyî ku ti encamên mezin pêk bîne.

Em hin xalên lihevkirina Putin û Erdogan qebûl nakin

Mazlûm Ebdî radigihîne, ew hin xalên lihevkirina Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Teyyip Erdogan qebûl nakin.

Fermandarê HSDê Kobanî ragihand, heta niha ti lihevkirinên wan bi Tirkîyê re çênebûn, tenê agirbest heye, lê tevî vê yekê jî grûpên ser bi  Tirkîyê ve agirbestê binpê dikin û êrişên xwe didomînin. Herwiha Kobanî bang li welatên garantor kir, erkên xwe yên li hemberî van binpêkirinan pêk bînin.

Kobanî di berdewamîyê jî da aşkere kir li ser lihevkirina di navbera Tirkîyê û Rûsya de ya li Soçîyê wan li ser vê mijarê bersiv û daxwazên xwe pêşkêşî Rûsyayayê kirine û got: "Em hemû xalên rêkeftinê qebûl nakin, hin xal hene fikarên me li ser hene, ji ber ku ew li dijî berjewendîyên gelê me ne."

Amaje bi pêwendîya wî bi Serokê Amerîka Donald Trump kir û da zanîn, wî spasîya Trump kir ji ber ku şer rewastandîye. Trump jî jê re tekez kirîye, dê hêzên Amerîkî bimînin, lê niha cihên wan tên guhartin.

Her di wê derbarê da Kobanî  diyar kir, ew niha bi Amerîka çawanîya hevrêzîya hevbeş bo jinavbirina şaneyên nivîstî yên DAIŞê gengeşe dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand jî, HSDê bi çareserîya sîyasî ya Sûrîyê re ye, lê bi mercê taybetmendîya HSDê di nava artêşa Sûrîyê de hebe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin