Mazlûm Kobanî: Em nizanin baweriyê bi kê bikin

Mazlûm Kobanî: Em nizanin baweriyê bi kê bikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demorkatîk (HSD), Mazlûm Kobanî, dibêje ku ew dizanin ku divê lihevhatinek bi êş li gel Rûsya û Sûrîyê bikin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje: “Rûs û rejîma Sûrîyê çend pêşnîyarek kirine, ku dibe jîyana bi milyonan kesên di jêr desthilata me de bê parastin. Me bawerî bi sozên wan nîne, lê belê ya rast zehmet e ku bizanî divê ji kê bawer bikî.”

Mazlûm Ebdî herwiha da xuyakirin, ku ew di navbera lihevkirineke bi êş û parastina xelkê, dê jîyana xelkê hilbijêrin û got: “Em dizanin ku divê lihevhatineke bi êş li gel Moskow û Beşar Esed bikin, eger em li gel wan kar bikin. Lê belê eger di navbera lihevhatin û cenosayda xelkê xwe de, em yek ji wan hilbijêrin, bêguman em dê jîyana xelkê xwe hilbijêrin.”

Di berdewamîya nivîsa xwe de, Mazlûm Ebdî diyar kirîye: “Ew sedema ku wiha kir em li gel Amerîkayê bin, bawerîya me bi demokrasîyê ye. Em ji vê qeyrana niha bi hers û bêhêvî ne. Êrîşî xelkê me tê kirin û em ji silametîya wan nîgeran in. Du pirs li pêşîya me dimînin: Gelo em çawan bikarin bi baştirîn şêwe xelkê xwe biparêzin? Gelo hêj Amerîka hevpeymanê me ye?”

Rêveberîya Xweser û HSDê ragihandine, ku ew li gel hikûmeta Sûrîyê gihîştine rêkeftinekê, daku artêşa Tirkîyê bi dirêjahîya sînorê Sûrîyê û Tirkîyê bê bicihkirin.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanî jî daye xuyakirin, bi sedema ku ti kesî guh nedaye hawar û bangewazîyên wan, ew bi neçar li gel hikûmeta Sûrîyê û Rûsyayê li hev hatine, ku hêzên hikûmeta Sûrîyê derbasî nav Minbic û Kobanîyê bibin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin