Mazlûm Ebdî: Teqîna li Efrînê kiryarekî terorîstî ye

Mazlûm Ebdî: Teqîna li Efrînê kiryarekî terorîstî ye

Fermandarê Giştî yên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî teqîna li Efrînê şermezar kir û weke “kiryarekî terorîstî” bi nav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Mazlûm Ebdî derbarê teqîna duh a li Efrînê de bertek nîşan da û helwesta xwe aşkere kir.

General Ebdî li ser twittera xwe ragihand: “Ya ku duh li Efrînê çêbû, karekî terorîstî yê şermezarkirî ye, ku bûye sedema can ji dest dana bêgunehan”.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha vê teqînê weke “tawan” û “encama sîyasetên Tirkîyê li Efrînê” bi nav dike.

Mazlûm Ebdî tekez dike: “Ew karê tawanî encama sîyaseta jinavbirinê ya dagîrkerîya Tirkîyê û kirêgirtîyên wê li bajarê aştî û zeytûnan e”.

Duh Sêşemê piştî nîvro teqîneke mezin li navenda bajarê Efrînê û li ser rêya Raco çêbû.

Li gor agahîyên Rûdawê, tankereke tejî sotemenî li nav bazara Efrînê teqîya û di encama teqînê de 53 kes hatin kuştin û 167 kes jî birîndar bûn.

Heta niha ti alîyekî berpiryarîya encamdana teqînê li xwe negirtîye.

Amerîkayê li ser asta Wezareta Derve, teqîna Efrînê bi tundî şermezar kir û wek karekî terorîstî bi nav kir. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand, “teqîna Efrînê li ti alîyekê nayê qebûlkirin”.

Herwiha Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) ku baskê sîyasî yê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) ye, îro bi daxuyanîyekê teqîna li Efrînê şermezar kir û wek “karekî terorîstî û tirsenokî” bi nav kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin