Mazlûm Ebdî: Em piştevaniya hevdîtinên navbera aliyên Kurdî dikin

Mazlûm Ebdî: Em piştevaniya hevdîtinên navbera aliyên Kurdî dikin

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî diyar kir, ew li ser pêşxistina Rêveberiya Xweser kar dikin û dê 3 aliyên wê yên sereke hebin. Mazlûm Ebdî dît ku yekkirina biryarên hemû dezgehên Rêveberiyê pêwîstiyek e. Herwiha teqezî li ser rakirina hemû astengiyên li pêşiya danûstandinên PYNK û ENKS jî kir.

Fermandarê Giştî yê QSDê Mazlûm Ebdî eşkere kir, ew ê bi Rêveberiya Xweser re, li ser pêvajoyek pêşxistinê ya berfireh kar bikin; ku xwedî bingehine qayim û pêşketineke lezgîn û rasteqîn bin.

Mazlûm Ebdî, Yekşemê di civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de amade bû û îşaret bi van her sê xalên sereke ji bo pêşxistinê kir:

Divê piştgiriya deste, komîte û buroyên Rêveberiya Xweser bê kirin da biryara wan bike yek.

Ji bo avakirina civakê û bi taybet di warê dadmeniyê de, pêwîstî bi zelabûnekê heye.

Divê hevjiyan û biratiya gelan xurttir bibin û ji bo xurtkirina têkiliyên pekhateyên herêmê divê hîna bêhtir kar bê kirin.

Herwiha Mazlûm Ebdî behsa rewşa siyasî, leşkerî li herêmê jî kir û daxuyand ku piştevaniya Koalisyona Navnetewî bi Rêveberiya Xweser û QSDê re dê berdewam bike, da hemû şaneyên DAIŞê bên tunekirin û ji nû ve herêmê bê avakirin.

Fermandarê Giştî yê QSDê li ser operasyonên li dijî şaneyên DAIŞê li herêmê diyar kir, tevî têkbirina DAIŞê, hîna jî li hin deveran DAIŞ hewl dide xwe ji nû ve bi rêxistin bike, lê QSDê bi hevkariya Koalîsyonê rê li ber wan digire.

Herwiha têkildarî aloziya Sûrî jî, Mazlûm Ebdî destnîşan kir, tu asoyên çaraserkirina aloziyê li azmên li ba nabin û ev bi nekarîna aliyên derve û civînên Cinêv û Soçiyê ve girêda û dît ku beşdarbûna Rêveberiya Xweser ji bo çi pêvajoyeke siyasî, dê çareseriyê bi xwe re bîne.

Herî dawî Fermandarê Giştî yê QSD her wiha piştgiriya xwe bi hevdîtinên ENKS û PYNK re nîşan da û teqezî li ser rakirina hemû astengî û berdewamkirina hevdîtinan heta gihştina encamên erênî kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin