Masûm: Têkiliya Hewlêr-Bexdayê ber bi asayîbûnê ve diçe

Masûm: Têkiliya Hewlêr-Bexdayê ber bi asayîbûnê ve diçe

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm aşkere dike, hevdîtinên nehênî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û her du alî ber bi riyeke asayîkirina pirsgirêkan diçin.

A+A-

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di hevdîtinekê ligel rojnameya “Heyat” çapa Londonê de ragihand, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê vegeriyane riyên asayî û hevdîtinê nnehênî yên dûrî çavên medyayê tên kirin.”

Masûm got: “Şande her du aliyan serdana hev dikin. Hewlêr û Bexda pêwîstiya wan bi hev heye, ne Herêma Kurdistanê dikare dest ji Iraqê berde û ne Iraq dikare dest ji herêmê berde. berjewendiyên wan ên hevbeş bi hev hene.”

Fûad Mehsûm diyar kir, Bexdayê birek ji mûçeya wezaretên tenduristî û perwerdê şande Herêma Kurdistanê û ew jî gaveke baş e.

Li ser gefên Tirkiyê yên li ser Şingalê, Serokomarê Iraqê got, piştî vekişîna PKKê ji wê deverê, nabe Tirkiye bê nava xaka Iraqê. Got jî, tirsa duberabûna senaryoya Efrînê li Şingalê jî heye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin