Malbatên Kurd ên Êzidî yên Êlihê vedigerin Almanyayê

Malbatên Kurd ên Êzidî yên Êlihê vedigerin Almanyayê

Ew 5 malbatên Kurd ên Êzidî ku ji Almanyayê bo wergirtina zevîyên xwe vegerîyabûn Êliha Bakurê ‎Kurdistanê, biryar dan careke din vegerin Almanyayê.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malbatên Kurd ên Êzdî ku ji gundê Kelhokê ser bi bajarokê Qudîna Êliha Bakurê Kurdistanê ne, 20 sal ‎berî niha ligel hejmarek malbatên din ên Kurdên Êzidî, dema koçî Ewropayê kiribûn, bi rêya noterê heta ‎wê dema vedigerin zevîyên xwe radestî eşîreta Reşkotan kiribûn.‎

Piştre eşîra Reşkotan dest danî ser zevîyên wan. Ew Kurdên Êzidî 8 sal e bi rêya dadgehê hewl didin ‎zevîyên xwe werbigirin, lê niha ligel biryara dadgehê jî eîşreta Reşkotan red dike ku zevîyên wan radest ‎bike.‎

Hefteya derbasbûyî grûpeke 10 kesî ji eşîreta Reşkotan ku Kurdên Misilman in, bi dar û keviran êrîşî ‎wan kiribûn û di encam de 2 Kurdên Êzdî birîndar bûbûn û hêzên ewlekarîyê 6 kes ji êrîşkeran desteser ‎kiribûn. Ji ber ti encam ji hewldanên wan derneketin ku 3 meh e li Êlihê di otêlê de diman, biryar dan ‎careke din vegerin Almanyayê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin