Malbateke Kurd ji ber hejarîyê cenazeya keça xwe li ber mala xwe veşartin

Malbateke Kurd ji ber hejarîyê cenazeya keça xwe li ber mala xwe veşartin

Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, malbateke Kurd ji ber hejarîyê nekarîn li goristanê gorekê ji bo keça xwe bikirin, lewma bi neçarî cenazeyê keça xwe li nêzîk mala xwe veşartin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê, Selam Emînî ragihand: “Termê wê keça 11 salî ya Îlamî ku mehek berî niha xwe kuştibû, li nêzîk mala wan bi axê hatîye spartin.”

Selam Emînî herwiha got, “ji ber hejarîyê malbata wê keçê nekarîne gorekê bo keça xwe bikirin, lewma neçar bûne ku termê wê li nêzîkî mala xwe veşêrin.”

Nûnerê Îlamê li parlamentoya Îranê destnîşan kir, ku rêjeya hejarîyê li parêzgeha Îlamê di astekê de ye, ku bûye sedem rêjeya herî zêde ya xwekuştina zarok û nûciwanan li ser asta Îranê li wê parêzgehê be.

Bi gotina wî parlamenterê Kurd, di xwekuştinê de parêzgeha Îlamê li ser asta hemû Îranê bi pileya yekem tê, ew yek di demekê de ye, ku Îlamê kêmtirîn rêjeya nîştecihan di nava tevahîya parêzgehên Îranê de heye.

Roja 12ê Nîsana îsal (2020), keçeke 11 salî ya Îlam li navçeya Helîlanê ji ber hejarîyê xwe kuştibû, lê berîya ku xwe bikuje kincên xwe şewitandibûn, daku kes nebîne û xelk nezanin ku çi qas hejar bûne.

Nûçeya xwekuştina wê keça Kurd a Îlamî di medyayên Îranê de jî deng vedaye û karîkatorîstê navdarê Îranî Mana Nêyêstanî jî karîkotorek li ser xwekuştina wê keçê çê kir.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin