Malbata Şêx Evdilkerîm: Kuştina Şêx ne kuştineke ji rêzê ye

Malbata Şêx Evdilkerîm: Kuştina Şêx ne kuştineke ji rêzê ye

Di ser vê kuştinê de 3 roj derbas bûn lê hêj nehatîye zelalkirin ka kuştineke sîyasî ye yan kuştineke edlî ye. Di serê malbatê de pirsa "Çima Şêx Evdilkerîm?" her zindî ye.

A+A-

 

Maşallah Dekak

Kuştina navdartirîn şêxê nexşebendîyan li Norşêna Bakurê Kurdistanê Şêx Evdilkerîm 3 rojan li dû xwe hişt.  Bi dehan hezar kesan di 3 rojan de serdana şîna şêx kirin û serxweşî li malbatê dan. Lê heta niha jî ev kuştin nehatîye zelalkirin. Malbat dixwaze perdeya reş a li ser kuştina wî bê rakirin.

Cenazeyê şêxê Nexşebendî Şêx Evdilkerîm Çevîk bi beşdarîya bi hezaran kesî li merqeda bav û kalên xwe hate veşartin.

Di ser vê kuştinê de 3 roj derbas bûn lê hêj nehatîye zelalkirin ka kuştineke sîyasî ye yan kuştineke edlî ye. Di serê malbatê de pirsa "Çima Şêx Evdilkerîm?" her zindî ye.

Derbarê mijarê de kurmamê Şêx Evdilkerîm ê bi navê Baha Mutlu ji Rûdawê re wiha got: “Kujerê wî yekek nas bû. Ji gundekî Tetwanê bû. Deh rojan carek dihat serdana me û diçû. Ev jî bi serê xwe pirsek e. Gelo çima bi vî kesî dane kirin? Gelo çima wî kir? Ev kuştin ne kuştineke ji rêzê ye. Ne kuştinek ji kuştinan e. Kuştinek e bi qest e û bi plansazî ye.”

Şêx Evdilkerîm di van salên dawîyê de nûnertîya herî baş a medreseyên nexşebendî yê Norşênê dikir. Xeta vê malbatê weke xeteke neteweperwer û oldar dihate dîtin. Qesta kuştina şêx gelo qutkirina vê xeta bi hêz a kurdayetîyê bû?

Şêxê Medreseya Oxînê Şêx Fetullah jî dibêje: “Înşela piştî wefata mele Evdilkerîm bibe îbretek ji ehlê mala wî re, ji me teva re, ji temamê ûlemayên Kurdistanê re. Em dê zaftir bixebitin û nidin fêmkirin ku tekane çare ilim, edeb û tesewif e.”

Di nava 3 rojan de ji 100 hezarî zêdetir kesan tevli şînê bûn û serxweşî li malbatê kirin. Li ser zimanê herkesî heman gotin; xwedê heqê wî nehêle.

Welatîyê bi naêv Îmadûdîn jî got: “Kuştina şêxekî nexşebendîyan kuştina alemeke li ba me.”

Welatî Vatan Askay jî wiha axivî: “Salê hezar bela û mûsîbetan ji ber derîyê ne misilmanan dûr dikir. Wiha nebû lêkirin. Xwedê heqê wî li erdê nehêle.”

Feqîyê Şêx Evdilkerîm ê bi navê Sanrullah Şîpalî jî got: “Em jî eynî wisa ku seyda li odeya xwe be û ders dide, em dê dersên xwe berdewam bikin înşelah.”

Ji gelek alîyên sîyasî heta gelek tarîqetên cuda xwedî li cenaze û şîna Şêx Evdilkerîm derketin. Lê hezkirîyên wî dixwazin ev xwedîlêderketin armanca kuştina şêxê wan bi her awayî ronî bike û xeta şêxên Norşênê bi resenîya xwe bê parastin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin