Macron: Ji malên xwe dernekevin

Macron: Ji malên xwe dernekevin

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tedbîrên nû yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona ragihandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Macron bang li gel kir ku heta ne pêwîst be ji mal dernekevin û dîyar kir ku kî li gor tedbîran tevnegere ewê werin ceza kirin.  Di kongereyeke rojnemevanî de Macron got: ‘’Ez dizanim ku tiştên ez ji we dixwazim we berê ti car nedîtîye, lê jiber rewşa niha ew hewce ne. Em di cengê de ne.’’

Herwiha Macron da zanîn ku leşkerên artêşê dê bo veguhestina nexweşan alîkarîyê bikin û dîyar kir ku ewê nexweşxaneyeke leşkerî ya li sînorê Almanya jî bikar bînin.

Macron bi berdewamî dîyar kir ku gera duyê ya hilbijartinên herêmî hatîye paş xistin.

Li Fransa, bar, restoran û xwendingeh jî jiber vîrusa korona hatine girtin. Ligor amarên dawî li Fransayê herî kêm 3 hezar însan tûşî koronayê bûne û 853 kes jî ji ber vîrusa koronayê mirine.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin