Macron bi Kurdî bersiva Nêçîrvan Barzanî da

Macron bi Kurdî bersiva Nêçîrvan Barzanî da

.

A+A-

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di twîttekê de bi Kurdî behsa serdana xwe bo Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dike û dibêje: “Fransa ti deman pabendbûna şervanên Kurd di şerê dijî DAIŞê de ji bîr nake.”

Emmanuel Macron îro Duşemê 30ê Tebaxa 2021, bi Kurdî bersiva twîtteke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye û ragihandiye: “Min xwest doh serdana xwe ya bo Iraqê, li Hewlêrê dawî lê bînim. Nêçîrvanê ezîz, spas bo vê pêşwaziyê.”

 

 Macron herwiha amaje bi rola hêzên Pêşmerge û Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de dike û dibêje: “Fransa ti deman pabendbûna şervanên Kurd di şerê dijî DAIŞê de ji bîr nake.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî doh di twîttekê de kêfxweşiya xwe bi serdana Macron bo Kurdistanê nîşan dabû û gotibû: “Kêfxweş bûm bi pêşwazîkirina li dostê xwe Emmanuel Macron, Serokê Fransayê li Kurdistanê. Spasdarim bo piştgiriya neguher a Fransayê û dostatiya di navbera Kurdistan û Fransayê de dê berdewam be.”

Emmanuel Macron roja Şemiyê 28ê Tebaxa 2021an beşdarî di kongreya Bexdayê ya bo Hevkarî û Hevbeşiyê kir û paşê nîveşeva Yekşemê bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ve hat  pêşwazîkirin.

Macron roja Yekşemê serdana bajarê Mûsilê kir û li wê derê serdana Mizgefta Nûrî û Dêra El-Sae kir û li gel hejmarek kesayetên olî civiya. Serokê Fransayê piştî nîvro vegeriya Hewlêrê û li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serok Barzanî hevdîtin pêk anî.

Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş a li gel Nêçîrvan Barzanî de, Macron ragihand: “Dostatiyeke taybet di navbera Fransa û Kurdistanê de heye. Gelê Kurdistanê dostatiyeke bihêz li gel gelê Fransayê heye. Ew pêwendiyên civakî û kulturî ji xwe hebûn, bi taybet dema serbazên me hatin vir û mil bi milê hêzên Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê bûn û hevahengî kirin, ew pêwendî bihêztir bûn.”

Serokê Herêma Kurdistanê jî di vê preskonferansê de li ser navê gelê Kurdistanê spasiya Serokê Fransayê kir û got: “Çavê me li piştevaniya Fransayê ye.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin