Maçoglu bi Vîrusa Korona Ket

Maçoglu bi Vîrusa Korona Ket

Bajarvanê Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu dîyar kir ku bi vîrusa korona ketîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Fatîh Mehmet Maçoglu nexweşîya xwe ji Twitterê ragihand.

‘’Duh, piştî êşa gewrîya min, li gor encamên hûrnêrîn û testên li nexweşxaneyê, testa min a vîrusa korona pozîtîf derketîye.’’ Maçoglu nivîsî.

Wî da zanîn ku rewişa wî niha baş e û ewê ser halê xwe yê dawî rojana agahîyê bide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Maçoglu di hilbijartina sala 2019'an de ji Partîya Komunîst ya Tirkîyê bûbû berbijar û bi ser ketibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin