Lijneyeke hevbeş ji Serokatiya Herêmê, Parlamento û Wezareta Pêşmerge hat pêkanîn

Lijneyeke hevbeş ji Serokatiya Herêmê, Parlamento û Wezareta Pêşmerge hat pêkanîn

.

A+A-

Lijneyeke hevbeş ji Serokatiya Herêmê, Parlamento û Wezareta Pêşmerge hat pêkanîn, ji bo pêdeçûnê li ser pirsgirêkên girêdayî karûbarên hêzên Pêşmerge bike.

Endamê Lijneya Karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Herkî diyar kiriye: ‘‘Bi armanca pêdeçûn li ser pirsgirêkên girêdayî hêzên Pêşmerge, ku ew jî mafên wan û paye bilindkirina wan û malnişîn û yekgirtina yekîneyên 70 û 80 û gelek mijarên din jî di nav de lijneyekî hevbeş ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge hat pêkanîn.’’

Seîd Herkî herwiha da zanîn: ‘‘Demekî nêzîk de lijne dê yekem rûniştina xwe bike. Piştî nexşerêya karkirinê bê guftûgokirin, bi awayê pratik jî serdana çeperên pêş ên hêzên Pêşmerge em ê bikin, ji bo ku ji nêzîk ve rewşa Pêşmerge em bibînin û em bizanin pirsgirêkên Pêşmerge çi ne’’

Seîd Herkî herî dawî destnîşan kir: ‘’Encamdana çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge yek ji mijarên din e, ku lijne dûvçûnê li ser bike. Bi taybet yekgirtina hêzên Pêşmerge yek ji armancên serekî yê projeya çaksaziyê ye û li gel me giringe di demekî herî zû de hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin xwedî hêzekî yekgirtî.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin