Lijneya dadgehê ya doza Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê guheriye

Lijneya dadgehê ya doza Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê guheriye

.

A+A-

Di doza ku bersûcên fîrarî tê de tên dadgehkirin ya derbarê qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê de lijneya dadgehê dîsa guheriye.

9em danişîna doza Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Gar a Enqereyê ku tê de bersûcên fîrarî tên dadgehkirin îro li 4em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rê ve diçe.

Di dozê de 16 bersûcên firarî û Erman Ekînciyî ku girtiye tên dadkirin. Pêş danişînê lijneya dadgehê guheriye.

Komîsyona Parêzerên Doza Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Enqereyê pêş vê danişînê ji bo dadkirina tevahî wezîfedarên dewletê yên ku berpirsiyariya wan di qetlîama Enqereyê de hene gilî kiribûn. Di qetlîamê de 103 kes miribûn û bi sedan kes birîndar bûbûn. Komîsyonê gotibû, “Em dixwazin faîlên rasteqîn bên dadkirin.”

Nêzikî 20 parlamenterên serbixwe, yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Partiya Gel a Komarî(CHP) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî danişînê bûne û danişîn di 10.30an de bi tespîtkirina nasnameyên gilîkaran destpê kiriye.

Çi bûbû?
Di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015ê di mîtînga aştiyê de êrîşeka bi bombeyan hatibû kirin.

Navê mirovên di êrîşê de mirîn ev in:

Abdülkadir Uyan, Metin Kürklü, Gökhan Akman, Orhan Işıktaş, Gülhan Karlı Elmascan, Yılmaz Elmascan, Nevzat Sayan, Bilgen Parlak, Hacı Kıvrak, Rıdvan Akgül, Rıdvan Akgül, Hacı Mehmet Şah Esin, Gökmen Dalmaç, Elif Kanlıoğlu, Hakan Dursun Akalın, Ercan Adsız, Ayşe Deniz, Berna Koç, Fatma Esen, Gülbahar Aydeniz, Eren Akın, Canberk Bakış, Tayfun Benol, Nizamettin Bağcı, Kasım Otur, Başak Sidar Çevik, Nilgün Çevik, Resul Yanar, Mehmet Ali Kılıç, Tekin Arslan, Sezen Vurmaz, Dilaver Karharman,  Onur Tan, Umut Tan, Sarıgül Tüylü, Dilan Sarıkaya, Ali Kitapçı, İsmail Kızılçay, Muhammet Demir, Korkmaz Tedik, Veysel Atılgan, İbrahim Atılgan, Emine Ercan, Kübra Meltem Mollaoğlu, Meryem Bulut, Seyhan Yaylagül, Ebru Mavi, Ali Deniz Uzatmaz, Ziya Saygın, Vahdettin Özgan, Cemal Avşar, Ahmet Katurlu, Selim Örs, Azize Onat, Dicle Deli, Güney Doğan, Binali Korkmaz, Mehmet Zakir Karabulut, Leyla Çiçek, Metin Peşman, Mesut Mak, Adil Gür, Gökhan Gökbönü, Şebnem Yurtman, Osman Turan Bozacı, İdil Güneyi, Abdullah Erol, Mehmet Hayta, Özver Gökhan Arpaçay, Şirin Kılıçalp, Uygar Coşgun, Ahmed Alkhadi, Nurullah Erdoğan, Gözde Arslan, Aycan Kaya, Yunus Delice, Sevgi Öztekin, Mehmet Tevfik Dalgıç, Sevim Şinik, Emin Aydemir, Fatma Karabulut, Ramazan Tunç, Erol Ekici, Feyyat Deniz, Necla Duran, Osman Ervasa, Ramazan Çalışkan, Vedat Erkan, Abdülbari Şenci, Niyazi Büyüksütçü, Gazi Güray, Sabri Elmas, Erhan Avcı, Ümit Seylan, Serdar Ben, Nevzat Özbilgi, Hasan Baykara, Fatma Batur, Bedriye Batur, Ata Önder Atabay, Mustava Budak.

Ji bo nûçegîhanên ku qatlîam kirine nûçe doz hatiye vekirin lê daxwazên ji bo cezakirina erkdarên dewletê yên îhmala wan di Qetlîama Enqereyê de hene nehatin qebûlkirin.

Li ser gilîkirina Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê nûçeyên Evrenselê yên bi sernavên “Di îstixbarata 10ê Çiriya Pêşiyê de îmzeya Dînçî gumanbarê doza Dînkî derket” û “Dînçî careke din karê îstixbaratê kir” lêpirsîn hatibû vekirin. Hatibû îdiakirin ku nûçe “ji derve yî rastiyê ye” û “rasterast rêxistina emniyetê dike hedef û li hemberî wan îthamên biqest û neheq dike”.

Polat, Gurbetoğlu, Erşin û Göktaş derbarê lêpirsînê de îfade dabûn û gotibûn ku wan mafên xwe yên nûçeçêkirinê bikar anîne û armanca hedefnîşandana kesekî nekirine.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin